Li nêzî sînorê Îsraîl-Sûriyê dengê teqînan

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avechai Shield got dengê teqînan li nêzî sînorê Îsraîl û Sûriyê hatiye bihîstin. Li gorî dezgehên çapemeniyê yên Sûriyê jî balafirên Sûriyê hedefeke îsraîlî li Colanê ya dagirkirî hilweşand.

Avechai Shield îro twitteke nû belav kir û tê de piştrast kir ku dengê teqînan li nêzî sînorê Îsraîl-Sûriyê hatiye bihîstin û ji ber teqînan zirar gihaştin avahî û erebeyên di hundirê xaka Îsraîlê de.

Kanala Hebraw 13 li ser zimanê dezgehên çapemeniya Sûriyê daxuyand ku balafirên Sûriyê hedefeke îsraîlî li Colana Sûriyê ya dagirkirî têk bir.

Kanalê diyar kir ku parçeyan zirar gihandin avahî û erebeyên sivîl ên li xaka Îsraîlê li rojhilatê bajarê Mecdel Şemis.

Girêdayî mijarê, çavkaniyekî meydanî ji bejahiyên Quneyterayê got artêşa Sûriyê li dijî hedefên dijber ên li asîmanê bajarokê Heder ê li bejahiya bakurê Quneyterayê yên ji Colana dagirkirî hatine, moşek avêtin. Çavkanî piştrast kir ku dengên teqînan ku li tevahî herêmê hatin bihîstin, ji ber xebata bersivdana artêşa Sûriyê ya li dijî wan hedefan bû.

Çavkanî got hedefa dijber, firokeya bêpîlot a Îsraîlê bû ku hewl da derbasî asîmanê Sûriyê bibe, ew firoke jî ji herêma Colana dagirkirî hat, her wiha pergala parastinê bersiva wê da.

(fr)


Mijarên Din