Li nêzî navendeke çeteyan a li El-Rayî teqîn

Li navendeke çeteyên Ehrar El-Şerqiya ya li bajarokê El-Rayî yê bejahiya bakurê bajarê Helebê, motorsîklêteke bombebarkirî hat teqandin.

Li gorî agahiyan, demekê beriya niha li nêzî navendeke çeteyên Ehrar El-Şerqiye ya girêdayî artêşa Tirk a dagirker li bajarokê El-Rayî yê herêma Babê ya bejahiya bakurê Helebê, motorsîklêteke bombebarkirî hat teqandin.

Heta niha tu agahî der barê ziyanên teqînê de tune ne.

Her wiha beriya niha li bajarê Ezazê yê dagirkirî erebeyeke bomebarkirî hate teqandin û di encama wê de 8 kes birîndar bûn, rewşa hin birîndaran giran e.

(bx)

 


Mijarên Din