Li nêzî Mezrat Micî li Serêkaniyê wesayîtek hate rûxandin

Şervanên Hêzên Sûriye Demokratîk di sekinandina li hember êrîşên artêşa Tirk a dagirker de li nêzî Mezrat Micî li rojavayê bajarê Serêkaniyê wesayîtek leşkerî rûxand û wesayîtek ku çekê doşka li ser e bê bandor kir.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin. Ji aliyê xwe ve Hêzên Sûriye Demokratîk bersîva êrîşan dide û nahêle artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derbasî axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibe.

Di vî warî de dema wesayîtên leşkerî yên artêşa Tirk a dagirker hewl didan êrîşî Mezrat Micî li rojavayê Serêkaniyê bikin, şervanên QSD`ê karwanê wesayîtan kir hedef. Di encamê de wesayîtek leşkerî hate rûxandin û wesayîtek din ku çekê doşka li ser e hate bêbandor kirin.

ANHA


Mijarên Din