Li Nîjeryayê Boko Heramê 43 cotkar qetil kirin

Li bakurê rojhilatê Nîjeryayê koma Boko Heram a terorîst serê 43 cotkaran jê kir û 6 kesên din birîndar kirin. Serokê Nîjeryayê bi daxuyaniyekê bûyer şermezar kir.

Li gorî tora El-Erebiye, koma Boko Heram herî kêm serê 43 cotkarên ku li erdên çandiniyê yên bajarê Maiduguri yê bakurê rojhilatê Nîjeryayê kar dikir, jê kirin û 6 kesên din birîndar kirin.

Fermandarekî koma çekdar a bi navê Papakura Colo daxuyand ku wan 43 cenaze û 6 birîndarên rewşa wan xeternak e, dîtine û got: “Bêguman koma Boko Heram ev kiryar kiriye, ji ber ku gelek caran êrişî cotkaran kiriye.”

Fermandarekî din ê komê yê bi navê Îbrahîm Leyman jî piştrast kir ku kesên bûne qurbanî ji wîlayeta Sokoto ya derdorê hezar km dûrî bakurê rojavayê Nîjeryayê ne û wiha dewam kir: “Li wir 60 cotkar hebûn, ji wan serê 43 kesan hate jêkirin û 6 kesên din birîndar bûn. Her wiha 8 ji wan winda ne û em bawer in ku terorîstan ew revandine.”

Serokê Nîjeryayê Mihemed Buxarî jî bi daxuyaniyekê bûyer şermezar kir.

(eh)


Mijarên Din