Li nimêja înê ya Dêrikê: Em xwediyên xakê ne û dê li dijî faşîstê serdemê Erdogan bi ser bikevin

Îro şêniyên Dêrikê li cihekî nimêja înê kir û ji hêzên xwe re hêviya serkeftinê kir. Her wiha banga aramî û yekitiya refan kirin û wiha hate gotin: " Em xwediyên xakê ne û dê li dijî faşîstê serdemê Erdogan û çeteyên wî bi ser bikevin."

Şêniyên Dêrikê li yarîgeha (stada) Kornîş kom bûn da ku xutbe û nimêja înê bikin û tê de banga serkeftinê li hêzên di eniyên şer ên li dijî dewleta Tirk a dagirker kir.

Piştî azanê, melayê Mizgefta Kevn a li Dêrikê Mesûm Dêrşewî xitbeya nimêja înê da û tê de banga yekitî û aramiyê kir.

Şêx Dêrşewî wiha axivî: "Gelê Kurd bi başiya cîrantiyê bi tevahî gelan re tê nasîn. Dijminatiya tu kesî nekiriye û dîrok şahid e."

Şêx Dêrşewî wiha lê zêde kir: "Gelê Kurd aştî û xêrê ji tevahî gelan re dixwaze. Rojekê jî zirar negihandiye tu gel, etnîk û olan. Îro rastî bombebaran, kuştin, koçberkirinê tê û li her derê, li nava zevî, çolê belav bûne û li tevahî cîhanê pergende bûne."

Şêx di xutbeya xwe de banga aramiyê li dijî dijmin kir û wiha got: "Ne pêkan e, serkeftin tê. Ji ber ku parastina rûmet û xaka xwe dikin."

Her wiha banga yekitiya refan kir û wiha anî ziman: "Di vê pêvajoya nazik de û danîna nakokiyan li aliyekî, ji ber tevahî cîhan êdî li hember êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kor û ker bûye."

Piştî nimêjê, şênî li kolana Kornîş belav bûn û di nava dirûşmên banga yekitiya refa kurdî û serkeftina QSD’ê de berê xwe da navenda Şehîd Bawer a Ciwanan.

Şênî li qada Navenda Şehîd Bawer kom bûn û deqeyekê rêz girt. Dûre Mela Yusiv axivî û banga yekitiya refan di vê pêvajoya hesas a rastî tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê, kir."

Mela Yûsiv axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwediyên xakê ne û dê li dijî faşîstê serdemê Erdogan û çeteyên wî bi ser bikevin. Ji ber ku bi dirûşmên bi navê îslama henefî û ola henefî ya paqij, pê li xaka me ya pîroz kir. Ew jî bi armanca dizîn, talankirin û kuştinê ye. Ji lew re serkeftin bêguman di encama hevgirtina gelan a li dijî êrîşên dijminê dagirker de tê."

(fr)

ANHA


Mijarên Din