Li nexweşxaneyên Tirkiyê, endamên laşê efrîniyekî jê hatin dizin

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker piştî welatiyê (c.b) ji bo tedewaiyê rakirin yek ji nexweşxaneyên li Tirkiyê endamên laşê wî dizîn. Paşê cenazeyeke bê endam hate vegerandin û ji ber wê jî bavê wî jiyana xwe ji dest da.

Çavkaniyên ji bajarê Efrînê diyar kir ku di encama teqînekê ku li nêzî çerxerêya Kawayê Hesinkar di 20`ê Çileyê 2019`an de pêk hat lingê (c.b) şikest.

Paşê (c.b) ji bo tedawiyê rakirin nexweşxaneyek ji bajarê Kilis ê Tirkiyê da ku li gel xizmên xwe were tedawîkirin. Lê piştî 3 mehan (c.b) cenazeyek bê endamên laşê wî hate şandin û li gorî gotina wan ku hatibû dirûtin.

Xizmên (c.b) tekez kir ku birîna wî wê demê ne giran bû, tenê lingê wî hatibû şikenandin û ji bo tedawiyê rakiribûn yek ji nexweşxaneyên li Tirkiyê. Lê cenazeyê ji aliyê qirkê hatibû vekirin û hemû endamên laşê wî hatibûn derxistin her wiha cavên wî jî hatibû derxistin.

Li gorî çavkaniyan ku ji ber wê jî bavê (c.b) di encama kirîza dil de jiyana xwe ji dest da.

(bx)

ANHA


Mijarên Din