Li nexweşxaneya Dil û Çavan a Qamişlo yekemîn emeliyeta dil hate kirin

Nexweşxaneya Dil û Çavan a Qamişlo yekemîn emeliyeta dil hate kirin, ev emeliyet a yekemîn li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û bi çavdêriya bijîşkên pisporiyên emeliyeta dil çêbû.

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nexweşxaneya Dil û Çavan ava kir, da ku bar li ser şêniyên herêmê sivik bike û piştî amadekariyên gelek mehan rêveberiya nexweşxaneyê îro yekemîn emeliyeta dil ji kesê (60) bi çavdêriya tîma tenduristî, kir.

Li gorî gerînendeyê giştî yê nexweşxaneyê Mihemed Elî Ebdî, tîmeke bijîşkî ya pispor çavdêriya li emeliyetê kir û 4 saetan emeliyet li ber xwe da.

Ebdî destnîşan kir ku rewşa nexweş aram e û di baldariyê de ye.

Ebdî diyar kir ku tê payîn ku dê emeliyetên dil ên dîtir ji nexweşan re di çend rojên pêş de werin çêkirin.

Ev emeliyet a yekemîn li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, her wiha mîna van emeliyatan li nexweşxaneyên Şam, Heleb û Humisê dihatin çêkirin. Bi wê re jî şêniyan azarên lêçûn û rêwîtiyê dikişandin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din