Li navçeya Dirbêsiyê careke din nexweşxaneya Ş.Xebat pêşwaziya nexweşan dike

Nexweşxaneya şehîd Xebat a navçeya Dirbêsiyê careke din deriyê xwe ji nexweşan re vekir.

Rêveberiya Xweser nexweşxaneya şehîd Xebat a navçeya Dirbêsiyê sala 2016`an ji bo nexweşan bê pere derman bike, vekir, dema Koronavîrus li derket kirin karantîna, di heman demê de 2 dibistanên li gundê Dîbek û hola Îvan a navçeyê jî ji pêşwaziya haletên COVID-19 veqetandin.

Nexweşxaneya şehîd Xebat ji 24 odeyan, odeya nejteriyê û odeya rewşên awarte pêk tê, nexweşxane bê pere bi hezaran nexweşên navçeyê û gundewarên wê derman dike.

Piştî vîrusa Korona li seranserî dewletên cîhanê berbelav bû û jiyana bi hezaran sivîl kir qurban, Deseteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê da ku haletên Korona vîrusê pêşwazî bikin, nexweşxane kirin karantîna.

Piştî mehek derbasbû Desteya Tenduristiyê careke din deriyê xwe ji nexweşan re vekir.

Endama Rêveberiya nexweşxaneyê Ezîza Mihmed diyar kir ku piştî Heyva Sor a Kurd a bajarê Hesekê nexweşxaneya COVID-19 vekir, wan dît ku pêwîstiya şêniyên navçeyê bi nexweşxanya şehîd Xebat heye, nexasim piştî buhabûna li herêmê çêbûye.

Ezîza Mihmed piştrast kir ku 24 saetan nexweşxane ji bo pêşwaziya nexweşan vekiriye.

(eh)

ANHA


Mijarên Din