​​​​​​​Li Mizêrîbê hêzên hikumeta Şamê bi ser malan de digire

Hemwextî berdewamkirina xebatên çareserkirina rewşa çekdaran, hêzên hikumeta Şamê li bajarokê Mizêrîb ê li rojavayê Derayê operasyonên lêgerîna çekan û cebilxaneyê didomîne.

Di çarçoveya pêkanîna lihevkirina ku duh di navbera rûspiyên bajarokê Mizêrîb û komîteya ewlehiyê ya hikumeta Şamê de pêk hatiye û vê sibê ketiye meriyetê, xebatên çareserkirina rewşa çekdaran li bajarokê Mizêrîb ê gundewarên rojavayê Derayê didomin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) hejmara kesên ku rewşa wan çareser bûye, gihaşt 240 kesî.

SOHR`ê duh ragihandibû ku di çarçoveya lihevkirina roja sêşemê de ya bi rûspiyên bajarok re, şandeyeke leşkerî ya Rûsyayê tevî komîteya ewlehiyê ya hikumeta Şamê derbasî Mizêrîbê bû.

Li gorî lihevkirinê dê rewşa çekdarên xwecih û kesên erka leşkeriyê pêk neaniye, werin çareserkirin. Her wiha mîna li bajarokê Yadûde beriya du rojan pêk hatiye, dê hikumeta Şamê bi ser hin malên bajarok de bigire.

Tê payîn ku lihevkirin li gelek bajarok û gundên din ên gundewarên rojavayê Derayê pêk were.

(şx)


Mijarên Din