Li Misrata operasyon, odeya operasyonên Tirkiyê bû hedef

Vê sibehê balafirên artêşa Wetenî ya Lîbyayê nuqteyên girêdayî hikumeta Wîfaq ên li Sert û Misrata 7 caran topbaran kirin. Ev cara yekemîn e êrîş li ser van deveran çêdibe û di navde odeya kontrolkirinê ya balafireke bêpîlot a Tirkiyê.

Artêşa Wetenî ya Lîbayê bi serkêşiya Xelîfe Hefter nuqteyên leşkerî yên hikumeta Wîfaq li bajarê Misrata yê Lîbyayê 7 caran topbaran kirin. El-Erebiye Net diyar kir ku topbarana ezmanî gelek nuqte kirin armanc, ji van odeya kontrolkirina balafirên bêpîlot a Tirkiyê, sîstema parastina ezmanî ya li baregeha Misratayê û fakulteya ezmanî ya bajêr.

Toreyê diyar kir ku cara yekemîn artêşa Wetenî ya Lîbayê nuqteyên Wîfaq ên li herêmê  di navde odeya operasyonên hêzên Tirkiyê ku li herêmê balafirên bêpîlot ên Tirkiyê bi rê ve dibe, odeya operasyonên din û depoyên cebilxaneyê topbaran dike.

Her wiha hat gotin li bajarê Misrata yê rojavayê welat dengê teqînên xurt hate bihîstin û balafirên bêpîlot ên Wîfaq li ezmanê bajarê Terhûna û rojavayê wê digeriyan.

(eh)


Mijarên Din