Li Misirê şaneyeke Îxwan El-Muslimîn hat girtin

Misirê ragihand ku îro şaneyekw Îxwanî li Îskenderiyeyê ku ji aliyê rêveberên Îxwanî yên li Tirkiyê ve dihat birêvebirin, hat girtin.

Li gorî toreya El-Erebiye ku Wezareta Hundirîn a Misirê 6 endamên Îxwan El-Muslimîn plan dikir gotegotan belav bikin û ji aliyê 4 rêveberên îxwanî yên li Tirkiyê ve dihat birêvebirin. Şaneyê yekîneyên Îskenderiyeyê keysbaz dikirin da ku wek studîo bi kar bîne.

Bi şaneyê re amûrên dîmen û wêneyan hatin dîtin da ku derewan der barê rewşa hundirê welêt de derxin.

Di Gulana derbasbûyî de Wezareta Hundrîn a Misirê ragihand ku 11 kes bi tawana girêdanên bi Îxwanê re hatine girtin.

(bx)


Mijarên Din