Li Misirê ji sibê ve qedexeya çûn û hatinê dest pê dike

Serokê Meclisa Wezîran a Misirê Dr. Mustafa Medbûlî ragihand ku ji sibê ve çûn û hatin li ser hemû rêyên giştî ji saet 7`ê êvarê heta 6`ê sibehê, qedexe ye. Qedexe di çarçoveya tedbîrên pêşîlêgirtina Koronavîrusê de pêk hat.

Dr. Mustafa Medbûlî  îro bi civîneke çapemeniyê ragihand ku ji ber nepabendbûna welatiyan hejmara nexweşên vîrusê zêde bûye û tekez kir ku ger rewş xirabtir bibe dê biryarên hişktir bên dayîn.

Her wiha tekez kir ku her kesê ku perspektîfên qedexeya derketina derve û girtina dikanan ji saet 5`ê êvarê heta 6`ê sibehê û dikanên xwe bi temamî her du rojên înê û şemiyê negirin, dê cezayên qanûna rewşa awarte li dijî wan pêk bê.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Misirê  Dr. Xalid Mucahid jî di sateen dereng ên şeva din de tekez kiribû ku 39 nexweşên din ên bi vîrusê hatine belgekirin ku hemû welatiyên Misirê ne. Her wiha destnîşan kiribû ku ji 5 nexweşan welatiyekî Hindistanê heye û 4 kesên din welatiyên Misirê ne.

Bi vê yekê re li Misirê, heta duh (duşemê) 366 nexweşên Koronavîrusê ya nû (Covid-19) hatine qeydkirin û 19 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

(cx)


Mijarên Din