​​​​​​​Li Misirê bîlançoya koronayê giran dibe

Wezareta Tenduristî û Niştecihbûnê ya Misirê ragihand ku li Misirê heta niha 12 hezar û 229 bi şewba Koronavîrusê ketine û 630 jî mirine.

Şêwirmendê wezîra Tenduristî û Niştecihbûnê ya Kar û Barên Ragihandinê Dr. Xalid Mucahid diyar kir ku 510 kesên din bi şewba Koronavîrusê ketine û 18 jî mirine.

El-Mucahid diyar kir ku kesên bi koronayê ketine di nexweşaneyên taybet û karantînayê de li gorî perspektîfên WHO‘yê têne dermankirin.

Li gorî Mucahid heta niha li Mirisê 12 hezar û 229 kes bi vîrusê ketine, di nav de 3 hezar û 172 kes baş bûne û ji nexwexşane û karantînayê hatine derxistin, her wiha 630 kes jî mirine.

 


Mijarên Din