Li Misirê 21 kes hatin kuştin

Li gorî çavkaniyên ewlehiyê yên Misirê, li bakurê nîvgirava Sînayê di du operasyonên hêzên ewlehiyê de 21 “terorîst” hatin kuştin.

Li gorî ku tora Sky News, hêzên ewlehiyê yên Misirê li herêma Ebo Şila ya bajarê Bîr El-Ebid bi ser malekê de ku tê de şaneyên veşartî hebûne, girt.

Dema ku hêzên ewlehiyê gihîşt herêmê, kesên li malê gule reşandin û di encama şer de 7 “terorîst” hatin kuştin û hêzên ewlehiyê 4 çek, teqemeniyek û bombeyeke destan bi dest xist.

Ji aliyekî din ve hêzên ewlehiyê bi ser bajarê Erîş de girt û di encamê de şer derket û 14 kes hatin kuştin û 10 çek û hin teqemenî hatin bidestxistin, lê nasnameyên kuştiyan nehatin zanîn.


Mijarên Din