Li Misirê 15 kesên din ji ber Koronayê mirin

Wezareta Tenduristî û Niştecihbûnê ya Misirê ragihand ku 15 kes di nav de yek biyanî bi ji ber vîrusa Koronayê mirine got, hejmara kesên bi vîrusê ketine gihiştiye hezar û 699 kesî.

Şêwirmendê Wezîra Tenduristî û Niştecihbûnê ya karûbarên ragihandinê û berdevkê fermî yê wezaretê Dr. Xalid Mucahid ragihand ku 139 kesên nû ku piraniya wan misirî ne bi vîrusa Koronayê ketine û diyar kir 15 kes ji wan yek biyanî ye mirine.

Dr. Xalid Mucahid diyar kir ku nexweşên bi vîrusê li gorî perspektîfên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê têne dermankirin.

Mucahid destnîşan kir ku hejmara giştî ya kesên bi vîrusê hatine tespîtkirin heta roja îro gihaştiye hezar û 699 kesî. jê 348 kes sax bûne û ji nexweşxaneyê derketine û 118 kes mirine.

 

 


Mijarên Din