Li Minbicê yekemîn dewreya havînê ya Jineolojiyê 

Navenda Lêkolînên Jineolojiyê (zanista jin) a herêma Minbicê, ji bo afirandina rêbazek jiyana hevpar di navbera jinan de û bilindkirina asta fikrî, yekemîn dewreya perwerdeyê ya girtî ya havînê vekir.

Navenda Lêkolînên Jineolojiyê (zanista jin) a herêma Minbicê, ji bo afirandina rêbazek jiyana hevpar di navbera jinan de û bilindkirina asta fikrî, yekemîn dewreya perwerdeyê ya girtî ya havînê vekir. Dewreya perwerdeyê di 6’ê Tîrmehê de li ser berava Çemê Firatê bi beşdarbûna 21 jinên ciwan ên ji bajarê Minbicê û gundewarên wê hate vekirin.

Dewre hefteyekî berdewam bike. Waneyên dewreyê ji hêla Navenda Jinalojî ya bajarê Minbicê ve tên diyarkirin.

Li gorî bernameya dewreyê waneyên girêdayî girîngiya dewreyê, jiyana hevpar, nasnameya jin û têkiliya wê bi xwezayê re tên dayîn.

Geşepêdana taybetmendiyên kesayetî

Dewreya perwerdeyê ya havînê rolek girîng di geşepêdana şarezayên jina ciwan de dilîze. Her wiha dewre girîngî dide aliyên bedenî, derûnî û civakî.

Dewreya perwerdeyê geşepêdana taybetmendiyên kesayetî ya jinan, şarezayên wê û fêrkirina adetên rast armanc dike. Ev kamp yek ji saziyên perwerdeyê ku alîkariya mirov dike da ku hînkirinên xwe yên zanistî fireh bike.

Du bernameyên dewreyê hene, yek sibehan û yek êvaran. Tevî lidarxistina pêşbirkan û pêşandana belgefîlmên girêdayî jiyana hevpar û jinê.

Kamp gavek rast e ku şarezayên jinê xurt dike

Dîlan Berkel yek ji jinên ku beşdarî dewreyê bûne ye. Dîlan got: "Ev gavek rast e ku şarezaya jinê xurt dike. Da ku xwe isbat bike û pişta xwe nede kesekî.”

Çalakiyên çandî

Bi armanca pêxistina zanyariyên jinan, berpirsên dewreyê bernameyek zengîn diyar kirine. Jinên ku perwerdeyên dibînin, serdana cihên dîrokî yên li bajêr û gundewaran dikin. Tevî ku fêrî avjenî û hin karê destan dibin.

Li gorî bernameya dewreyê ya rojane, jinên perwerdeyê dibînin pirtûkan dixwînin û fêrî kardestiyan dibin. Mîna çêkirina wêneyan ji pelên daran, xêzkirina ser kevir û tabloyên ji heriyê.

Hind Cinêd yek ji jinên ku beşdarî dewreyê bûye, destnîşan kir ku piştî rizgarkirina herêmê ev yekemîn dewreya havînê ye ku tê vekirin.

Hind got: “Em fikrek nû nas dikin ku berê me nizanîbû.”

Hind wiha domand: "Atmosfer ji bo  dayîna waneyan guncaw e û xwezaya cihê perwerdeyê xweş e. Ew jî bi awayekî erênî bandor li derûniya jinan dike. Me fikrek nû nas kir ku berê me nizanîbû. Her wiha em fêrî rastiya jinê di dirêjahiya serdemên kevn de, heta dema nûjen, çawa xwe û malbata xwe birêve dibe. Tiştên ku di dîrokê de ji aliyê jinan ve hatine keşifkirin, nas dikin.”

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din