Li Minbicê yekemîn dewreya havînê ya Jineolojiyê bi dawî bû

Îro yekemîn derwerya havînê ya jinelojiya ya ji bo jinên ciwan hatibû vekirin, bi şahiyek bi dawî bû.

Navenda Lêkolînên Jineolojiyê (zanista jin) a herêma Minbicê  îro yekemîn dewreya perwerdeyê ya havînê bi şahiyekê bi dawî kir. Dewre li ser berava çemê Firatê bi tevlibûna 21 endamên jin li dar ket. Dewre 7 rojan li gorî bernameyên sibe û êvarê dom kir. Dewreya perwerdeyê bi dirûşmeya `Bihara jinê dê hertim bi jinelojiya jina ciwan geş bibe` hatibû organîzekirin.

Endamên saziyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarê wê tev li şahiyê bûn. Di şahiyê de bi navê Navenda Lêkolînên Jinalojiya ya Minbicê endama rêveber a navendê Yesmîn El-Qoqco axivî û got: "Navenda Jinalojiya tê wateya perwerdekirina jinan, şikandina tevhiya qeydên nerast û gihaştina jiyana hevpar e."

Yesmîn teqezî li ser girîngiya perwerdeyên havînê kir ên jinelojî ji bo jinênê ciwan kir û  got, " Jinalojiya ciwan dê bibe tovika bingehîn a ber bi avakirina civakek rast û azad ve. Ew jê dê bibe gava yekemîn a jinê da ku bi awayekî çalak tev li civakê bibe.

Bi navê jinên perwerdekar ku tev li dewreyê bûne, Semer El-Hezûrî axivî û got: "Jinelojiya; zanista neteweya demokratîk e û bingeha ku dê civaka me li ser were avakirin e. Hebûna hêza ciwan bi taybet jina ciwan dê bihêle jinalojiya hertim xurt be."

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarê wê beşdarên dewreyê xelat kirin. Piştî wê Navenda Çand û Hunerê ya Kobanê û Koma Kevana Zêrîn gelek stran bi her du zimanên Erebî û Kurdî vegotin.

Dewreya perwerdeyê ya jinalojiya ciwan, yekemîn dewreya ku li ser asta bajarê Minbicê tê li darketin e. Di dewreyê de jinên beşdar waneyên fikrî û çandî birin tevî ku serdana cihên dîrokî yên herêmê kirin.

(şx)
ANHA


Mijarên Din