Li Minbicê xwendekarên di zimanê kurdî de biser ketin hatin xelatkirin

Li Minbicê 52 xwendekarên ku di zimanê kurdî de biser ketine bi şahiyekê hatin xelatkirin.

Buroya Fêrkirina Zimanan bi hevkariya Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Meclisa Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê bi şahiyekê xwendekarên ku zimanê kurdî de bi ser ketine, xelat kirin.

Bi dehan şêniyên bajarê Minbicê, di nav de nûnerên saziyên rêveberiya sivîl tev li şahiyê bûn.

Di şahiyê de hevseroka Buroya Fêrkirina Zimanan Îlham Ataş xwendekarên serkeftî pîroz kir û got, ziman nasname, kesayet û hebûna mirovan e.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk Mihemed Xêr Şêxo  axivî û wiha got:" Mafê xelkê Minbicê ye çand û şaristaniya xwe nas bikin. Bingeha çanda herî gelekî zimanê wê yê dayikê ye. Mafê her pêkhateyekî ye bi zimanê xwe fêr bibe. Armanca me jî ev e ku her pêkhateyan bi zimanê xwe yê dayikê bi axive û fêr bibe."

Di şahiyê de zarokên bi navê Sîrac û Tacadîn helbestên bi navê "Oxir be şehîd" û "dayîk" xwendin, her wiha jî xwendekarê bi navê Rewşaen û Redwan El-Îsa mûzîk pêşkêş kir.  

Şahî bi belavkirina bawarnameyan li xwendekarên serkeftî  û gerandina govendê bi dawî bû.

Hêjaye bi bîrxistinê ye ku hejmara mamosteyên ku ji dewriyeyên perwerdeyê yên Buroya Fêrkirina Zimanan mezûn bûne, 110.

ANHA


Mijarên Din