Li Minbicê werzîşa tekwandoyê

Tekwando yek ji werzîşên ku di demên dawî de bi taybet di destpêka havînê û girtina dibistanan, li bajarê Minbicê pêşketine ye.

Tekwando yek ji werzîşên ku giraniyê dide hunera şer û xurtkirina bedenî. Li ser rêbaza şer û parastinê pêşketiye. Ev werzîş beriya hezaran salan li Koreyê derket û wekî çalakiyeke rojane ku divê were kirin, pêş ket. Werzîşa tekwandoyê ji aliyê koriyan ve wekî wesîleya xweparastinê di dema şerê navxweyî de hate pêşxistin û bi demê re bû werzîşeke olompiyatî.

Li bajarê Minbic û gundewarên wê, piştî ku herêmên ji çeteyên DAIŞ‘ê hat rizgarkirin pêş ket. Werzîşvan Eqîl Seyid ji ajansa me re diyar kir ku tekwando werzîşeke cîhanî ye, ciwanên Minbicê dixwazin pêş bixin. Seyid destnîşan kir teleba ji vê werzîşê re bi destpêka havînê û bidawîbûna dibistanan  re zêde dibe. Ciwan bi alaqiyeke mezin pêşwazî dikin.

Eqîl her wiha daxuyakirin ku 250 ciwan bi keç û kur ji temenên cûda beşdarî dewreyên perwerdeyê yên tekwandoyê bûne û hejmara tevlêbûnê rojane zêde dibe.

Eqîl da zanîn ku ji beriya sê salan wan klubek 5 lîstokên ferdî "Xurtkirina beden, tekwando, rakirina giraniyê, naşoko û hêza bedenî" vekirin.

Perwerdevanê di kluba werzîşê ya Ebû Eyûb, Elî El-Kedûr jî got: "Tekwando werzîşeke Korî ye, ji 3 beşan pêk tê, lukum, pî û rê".

Eqîl diyar kir ku ew beşdarî gelek turnuveyan bûne; li herêma Cizîrê ya li Dêrikê û bi beşdarbûna 12 tîman xelata asta duyemîn girtin.

Serokê Komîteya Lîstokên Ferdî li Minbicê û gundewarên wê Enes Telcînî jî anî ziman ku tekwando ji lîstokên çalak in, kesên temenê wan du sal û jor de dikarin bikin.”

Li Minbicê 4 klubên tekwandoyê ji bo jin û mêr hene. Ew klub ev in;  Ebû Eyûb, Nimûr, Dilê Şêr û Cizîrê. Her çar kluban ruxset ji Yekîtiya Werzîşê wergirtine.

(bb/bm)

ANHA


Mijarên Din