Li Minbicê wergirtina genim û ceh duqatî sala borî ye

Navenda Kirîna Dan a Minbic di 11’ê Tîrmehê de ragihand ku wergirtina hilberînên genim û ceh bi dawî bû. Li gorî navendê miqdara hilberînên ku wan îsal wergirtine du qatî ya sala 2018`an e. Her wiha amadekarî têne kirin da ku tov li cotkaran were belavkirin.

Navenda Kirîna Dan a Minbicê û gundewarê wê di 9`ê Hezîrana 2019`an de deriyên xwe ji  wergirtina hilberînên genim û ceh re vekirin. Navendê miqdarên hilberînên genim û ceh ji dîroka ku deriyên xwe vekirine heta bidawîbûna wergirtinê di 11`ê Tîrmehê de, kirîn.

Endamê rêveber ê Şirketa Pêşxistina Civaka Çandinî yê Minbicê û gundewarê wê Hemed Ibrahîm got: “Rêjeya hilberînên ku cotkaran îsal radestî navendê kiriye pir baş e. Miqdarên genim û ceh ên ku îsal 2019`an hatine wergirtin duqatî miqdarên sala 2018`an in.”

Ibrahîm ragihand ku wan miqdarên genim û ceh ên wergirtine jimartine û got: “Miqdarên genim ji cureya nerm gihaşt 3 hezar û 230 ton, genimê hişk 640 ton derbas kir. Bi vê yekê miqdara genim a wergirtî  ji her du cureyan 3 hezar û 870 ton e. Navendê derdora 2 hezar û 222 ton ceh wergirtiye.”

Ji aliyekî din ve Navenda Kirîna Dan di sala borî de 2 hezar û 220 ton genim bi her du cureyên nerm û hişk wergirtin û ceh wernegirt.

Saziya Çandiniyê, Saziya Pêşxistin û Pirkirina Tovan bi koordîneya Şirketa Pêşxistina Civaka Çandinî ya Minbicê û gundewarê wê hilberîna genim ji pileya yekemîn, cureya genimê nerm, bak û yê xwedî qecenzek bêtir veqetandiye da ku li ser cotkaran belav bike.

Tov dê di destpêka meha Mijdarê de li cotkaran were belavkirin.

(şx/bm)

ANHA 


Mijarên Din