Li Minbicê turnuveya rakirina giraniyan

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bi koordîneya Yekitiya Werzîşê ya bajarê Minbicê û gundewarên wê turnuveya rakirina giraniyan bi navê "Şehîd Hevrîn Xelef" orgenîze kir.

Bi dehan werzîşvan û nûnerên Partiya Pêşeroja ya Sûriyê tev li turnuvayê bûn. Turnuva li hola lîstokên tekekesî ya li bajarê Minbicê lidar ket. Turnuve bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre endama Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Ezab El-Ebûd axivî, keda werzîşvanan li bajarê Minbicê silav kirin.

Ezab teqez kir ku pergalên mêtînger û hêzên kapîtalîzmê her tim bi rêya şerê taybet ciwanan dikin hedef da ku rê û pêşeroja wan berovajî bike. Her wiha Ezab werzîş bi giyana civakê wesifand û bang li werzîşvanan kir ku kar bikin û giyana vîn li civakê vejînin.

Piştre komên zarokên Akademiya Ebû Eyûb a werzîşî berhemên xwe girêdayî werzîşa taykwendo pêşkêş kirin. Piştre turnuva bi tevlibûna 13 lîstokan ji  zarok û ciwan destpê kir.

Di dawiya turnuvayê de Partiya Pêşerojê ya Sûriyê lîstokvanên ku tev li turnuvayê bûne xelat kirin. Her wiha keda Yekitiya Werzîşê ji bo destekdayîna werzîşan bi taybet werzîşên tekekesî li Minbic û gundewarên wê bi diyariyekê spas kir. 

(şx)

ANHA


Mijarên Din