Li Minbicê semînera "Êrîşa Çandî"

Navenda Çand û Hunerê ya Minbic û gundewarên wê semînerek bi navê "Êrîşa Çandî" organîze kir.

Semîner li navenda Çand û Hunerê bi amadebûna hejmareke rewşenbîrên Minbic û gundewarên wê hate dayîn.

Piştî deqeya rêzgirtin a bîranîna şehîdan azadiyê, rêveberê navenda Çand û Hunerê Casim Termûş dest bi dayîna semînerê kir. Casim êrîşa çandî, xeteriyên wê, çawaniya rêgirtina li ber êrîşan li dijî çanda civakekê şîrove kir.

Her wiha têgeh çandê pênase kir û cûdabûna çandan û sedemên cûdabûnê şîrove kir û anî ziman ku gelek sedemên cûdabûna çandan hene, jê aktora erdîngarî, aborî, dîrok, ol, demografîl teknelojî.

Casim Termûş, bal kişand ku ji sedemên êrîşên çandî, derbasbûna çandên biyanî di nava civakekê de û serweriya çandên derve li ser mejiyê civakî, hewldanên fikrî yên welatên mêtînger ku enerjiya ciwanan li gorî edeolojiya xwe pêş dixînin da ku dema vegerin li welatên xwe belav bikin.

Casim xeteriyên êrîşên çandî û rêbazên pêşligirtinê diyar kir û got, ji êrîşên herî xeter ên li ser civakê êrîşên çandî, ji bo rêgirtina li pêşiya perwerdeya durist û rola zanyar  pêwîste.

Semîner bi nîqaşan di dawî bû.

ANHA


Mijarên Din