Li Minbicê semînera bi navê `Koçberiyên Zûbeyde û Egîdat`

Yekîtiya Rewşenbîran a Minbicê û gundewarê wê bi koordîneya Pirtûkxaneya Mihemed Menle Xezîl a giştî semînrek bi navê `Koberiyên Zubeyd û El-Egîdat` li pirtûkxaneyê lidar xist.

Yekîtiya Rewşenbîran a Minbicê û gundewarê wê bi koordîneya Pirtûkxaneya Mihemed Menle Xezîl a giştî semînrek bi navê `Koberiyên Zubeyd û El-Egîdat` li pirtûkxaneyê lidar xist. Bi dehan endamên saziyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk beşdarî semînerê bûn. Lêkolînerê di dîroka geliyê Firatê, qebîle û êlan de Casim El-Hiwêdî semîner da.

El-Hiwêdî semîner bi vegotina helbesetkê ku qebîleyên Ereb wesif dike destpê kir. Piştre behsa çînên ereban kir û wiha rêz kir: “Erebên sirgûnkirî, erebên erebkirî û erebên qahtan. Di nav şîrovekirinê de gelek helbestên helbestvanên êl û qebîleyên Ereb ên gelek serdeman vegotin. El-Hiwêdî hindek deteyên dîroka Al Ebid El-Medan bi bîr xistin.

Piştî wê El-Hiwêdî behsa koçberiya yekemîn a qebîleyên Ereb bi taybet qebîleyên Zûbeyd û Egîdat kir. Paşê behsa koçberiya duyem û sêyem ji herêma Firatê re û cihên ku lê bi cihên bûne kir.

Semîner bi vekirina deriyê nîqaş û pirsan ji beşdaran re bi dawî bû.

(şx)

ANHA

 


Mijarên Din