Li Minbicê şehîdên meha Îlonê hatin bi bîranîn

Minbiciyan şehîdên xwe yên meha Îlonê bi bîr anîn û soza şopandina rêya wan dûbare kirin.

Bi dehan şêniyên bajar û gundewarên Minbicê, di nav de endamên komîte û saziyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, meclis û saziyên leşkerî şehîdên meha Îlonê li Goristana Şehîdan bi bîr anîn.

Piştî merasîma leşkerî, fermandarê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ebdulrehman Benawî axivî, cangoriyên azadiyê bi bîr anîn û soaz da ku ew ê xeta şehîdan bişopînin heta armancên wan bi cih bînin.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan hevserokê meclisê Mehmûd El-Îdo jî axivî û got, şehîdan sembola azadî û serbilindahiyê ye, ji bo azadî û rûmeta gelê xwe berdêlên giranbuha dan.

Piştî axaftinan şêniyan mûm li ser gorên şehîdan vêxistin.

ANHA


Mijarên Din