Li Minbicê panela MSD`ê dest pê kir

Di çarçoveya rêzepanelên Meclisa Sûriya Demokratîk li herêmên Bakur û Rojhilatê  Sûriyê de bi dirûşms "Ji bo şêniyên Cizîrê û Firatê ber bi kongreyeke neteweyî ve" li dar dixe, vê sibê li bajarê Minbicê jî panelek li dar xist.

Panelê bi beşdariya nûnerên tevahiya eşîrên bajarê Minbicê û gundewarê wên, tevahiya pêkhateyên Minbicê û aliyên siyasî, nûnerên Rêveberiya Sivîl, rewşenbîr, mafnas û zanyarên olî yên ji Minbicê dest pê kir.

Her wiha hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk(MSD) Emîna Umer, cîgirê serokatiya Desteya Rêveber a Meclisê Hikmet Hebîb, endamê Meclisa Serokatiyê Xelef Dawûd, berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Loqman Ehmê û seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Xidiro jî beşdarî panelê bûn.

Panelö bi armanca garantiya mafên welatiyên li Sûriya yekgirtî, xurtkirina beşdariya ji saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pêşxistina rêveberiyên xweser û sivîl li dar dikeve.

Panel ji du rojevan pêk tê; rojeva yekemîn dê behsa diyalogên Sûrî-Sûrî, diyalogên bi muxalefetê re, diyalogên bi hikumeta Şamê re û diyalogên Kurdî-Kurdî û bandorên wan li çareseriya siyasî be.

Rojeva duyemîn jî dê behsa têkiliyên dîrokî yên di navbera gelên herêmê, rola wan di avakirina Rêveberiya Xweser de û mekanîzmeya pêşxistina beşdariya ji saziyên Rêveberiya Xweser re be.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev panela sêyemin e ku MSD li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar dixe.

Tê payîn ku heman panel li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên Reqa, Tebqa, Kobanê, Qamişlo û Dêrazorê jî werin lidarxistin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din