Li Minbicê li dijî êrişên artêşa Tirk çalakiya kon berdewam e

Beşdarên konê çalakiyê yê li dijî artêşa Tirk û komkujiya li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştrast kir ku şehîd ji kesayetên şoreşger re nimûneyên herî pîroz in û ew ê şopdarên rêya şehîdan bin.

Li dijî êrişên artêşa Tirk û komkujiyên li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi sedan şêniyên bajarê Minbicê, nûnerên Rêveberiya Demokratîk a Minbic û Gundewarên Wê, endamên sazî û komîteyên rêveberiyê beşdarî konê çalakiyê bûn ku li bajarê Minbicê hatiye vegirtin.

Li konê çalakiyê  wêneyên şehîdan û qurbaniyên komkujiyên artêşa Tirk, her wiha pankartên "Em li dijî lihevkirinên hebûn, rûmet û nasnameya me dikin armanc li ber xwe bidin" hatin daliqandin.

Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir û li ser navê Meclisa Adaleta Civakî ya Minbicê hevserokê meclisê Ehmed Hesen axivî û bang li pêkhateyan kir ku destkeftiyên bi saya şehîdan hatine bidexstin, biparêzin û her wiha soza berdewamkirina têkoşîna di oxira felsefeya neteweya demokratîk û biratiya gelan da.

Paşê li ser navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk hevserokê Meclisa Rêveber Mihemed Xêrşêxo axivî û şehîdên di oxira azadiyê de canê xwe feda kirine bi bîr anî, her wiha got, berdêlên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didin nîşana hevgirtina bi maf, adaleta bi doza wan ve ye. Di dawiyê de Mihemed Xêrşêxor soza parastina destketiyên gelan û rêya şehîdan da.

Hevserokê Komîteya Lihevkirinê ya bajarê Minbicê Ebdulrezaq Îsmaîl jî di merasîmê de axivî û got: “Şehîd kaniyê mirovahiyê ne, şehîdên canê xwe di oxira parastina mirovahiyê û nirxên wê de dane, ew kaniya jiyana mirovahiyê bi azadî û rûmetê av didin.”

Ebdulrezaq di dawiya axaftina xwe de got ew xwedanê vê xakê ne, ew ê heta derxistina artêşa Tirk ji xaka Sûriyê li ber xwe bidin.

Her wiha bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbic û Gundewarên Wê hevseroka Meclisa Zagonsaz Sozan Hisên axivî û got şehîd ji kesayeta şoreşger e nimûne ye û soza şopandina rêya şehîdan da. Bernameya konê çalakiyê heta saetên şevê dê berdewam be.

(eh)

ANHA

 


Mijarên Din