​​​​​​​Li Minbicê li dijî qetilkirina jinan şênî bi erebeyan daketin qadan

Bi dirûşma “Jin jiyan e, jiyanê nekujin” jinên bajarê Minbicê bi erebeyan xwepêşandek li dar xist. Jinan qetilkiirna Jîna Emînî ji aliyê rêjîma Îranê ve û şehîdxistina hevseroka Nivîsgeha Edaletê ya herêma Cizîrê şermezar kir.

Endamên saziyên sivîl û leşkerî, partiyên siyasî, rêxistinên civata sivîl û saziyên jinan tev li xwepêşandanê bûn û erebeyên wan bi wêneyên şehîdan û pankartên “ji şîdeta li dijî jinê re, na”, “Qetilkirina jinê, qetilkirina jiyanê ye” û “Ji kuştina jinê re, na" xemilî bûn.

Xwepêşandan ji pêşiya parka Şehîd Hevrîn Xelef a li aliyê rojhilat ê bajêr dest pê kir û ber bi qada giştî ya li navenda bajêr dewam kir. Bi navê Meclisa Jinan a Partiya Suriya Pêşerojê ya Minbicê û gundewarên wê Ibtîsam Ebdulqadir daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

''Em di sedsala 21`an de ne û rejîmên çewsîner hîna komkujiyên herî hovane li dijî jinan û li dijî hemû kesên ku li hember van rejîmên dîktator disekinin, pêk tînin. Sûcê herî dawî jî ji aliyê rêjîma Îranê ve di 16`ê Îlonê de li dijî Jîna Emînî pêk hat.

Bi vê zihniyeta dûrî mirovahiyê komkujî û sûcên dijdemokrasî, edalet û mafên mirovan pêk tînin. Her wiha zihniyeta baviksalarî û rejîmên desthildar ên ku gel û civak ber bi wêranbûnê ve birin û aloziyên siyasî, civakî û exlaqî afirandin hewl da ku olê li gorî xwe bi kar bînin da ku siyaseta xwe ya nijadperestî û neteweperestî biparêzin û da ku vê yekê ji bo çewisandina azadiya jinê û dûrxistina wê ji tevahî aliyên jiyanê pêk bînin.

Ev rêjîm bi navê olê, tevahî sûcên xwe pêk tîne, her wiha hemû rêbazên koletî û zulmê  bi kar tîne, derfet da mêran ku her titşî bike û jinan ji mafên wê û rola wê ya pêşeng bê par bihêle.

Sûcê ku li dijî Jîna Emînî pêk hatiye ji hemû nirxên exlaqî, ol û qanûnên navneteweyî dûr in. Her wiha mîna van sûcan rojane pêk tên, tenê navên qurbaniyan û sûcdaran tê guhartin.

Zihniyeta ku Jîna Emînî qetil kiriye heman zihniyeta ku  Hevrîn Xelef û Zehra Birkil qetil kiriye. Her wiha wiha roja sêşemê jî dagirkeriya Tirk bi rêya balafira bêmirov a biçek Zeyneb Mihemed armanc kir.

Divê rêxistinên mafên mirovan, NY’yê û dadgehên navneteweyî tedbîrên guncaw ji bo bidawîkirina mîna van sûcan bigirin, sûcdaran bigirin û wan di dadgehan de darizînin û cezayên tund li dijî wan bibirin û girtiyan serbest berdin.

Em berxwedana tevahî jinên Îran û cîhanê silav dikin û soz didin ku rêya wan bişopînin heta ku armancên wan pêk bînin û têkoşîna wan dewam bikin. Her wiha divê tevahî jin bibin yek da ku li hember şîdet û nijdaperestiya li dijî jinê bisekinin û ji bo jiyan û azadiya mirovahiyê li dijî zulm û koletiyê, edaletê pêk bînin.''

(dm)

ANHA


Mijarên Din