Li Minbicê li dijî hewldanên dewleta Tirk ên dagirkeriyê xwepêşandan

Bi sedan şêniyên bajarê Minbicê li dijî êrişên dewleta Tirk û destwerdanên wê di Sûriyê, Iraq û Lîbyayê de xwepêşandanek li dar xist. Şêniyan tekez kir ku ew dikarin dagirkeran têk bibin û berxwedana wan bi serkêşiya jinan û îradeya ciwanan e.

Meclisa Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê û her wiha bi sedan şênî, endamên saziyan, komîteyên  rêveberiya sivîl a demokratîk li dijî êrişên dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê û dagirkirina hin herêmên Sûriyê, Iraq û Lîbyayê şermezar kir.

Xwepêşandêr li pêşiya Nexweşxaneya Birkul a bajarê Minbicê kom bûn û ber bi qada giştî ya navenda bajêr ve çûn. Di xwepêşandanê de dirûşmên şermezarkirina dagirkirina Tirkiyê ji xaka Sûriye, Iraq û Lîbyayê re hatin berzkirin.

Xwepêşandan li qada giştî ya bajêr veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de bi navê Meclisa Ciwanên Şoreşger a Sûriyê daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê hevserokê Komîteya Ciwan û Werzîşê Mihsin El-Casim ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Dewleta Tirk a dagirker sûc û binpêkirinan li Sûriye, Iraq û Lîbyayê bi taybet li kampa Mexmûrê ku hejmareke zêde a koçeran tê de dijî, pêk tîne. Ev sûc li dijî îradeya gelê azad têne kirin. Gelê ku li ber xwe da û bi hezaran şehîd dan ku xaka xwe ji terora dewleta Osmanî rizgar bike. Dewleta Tirk bi hemû hêza xwe hewl dide gelên azadîxwaz tune bike, qir bike û parçe bike û bi vê yekê hemû zagon û pîvanên navneteweyî binpê bike.

Em niha ji demên berê xurttir in. Hêza me heye ku em dagirkeran têk bibin û li hember wan li ber xwe bidin. Jêdera hêza me jin û ciwan in. Ji ber bi îradeya jinan û hêza ciwanan em ê ber bi azadiyê ve biçin. Çi kesê li hember azadiya me bisekine, em ê têk bibin û civakeke bi edaleta civakî ku dirûşmeya wê exlaq be, ava bikin.

Em êrişên derve yên li ser gelê xwe li tevahî Rojhilata Navîn bi taybet gelê azadîxwaz, şermezar dikin."

(bx)

ANHA


Mijarên Din