Li Minbicê konê sersaxiya şehîd Hevrîn Xelef

Partiya Sûriyê ya Pêşerojê şaxê Minbicê konê sersaxiya sekretera giştî yê partiyê Hevrîn Xelef danî. Bi sedan ji şêniyên bajêr, endamên saziyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û saziyên leşkerî berê xwe didin kon.

Bi sedan şêniyên Minbicê û endamên saziyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên Wê û saziyên leşkerî û Komeleya Tirkmenan ji bo şehadeta sekretera giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Hevrîn Xelef sersaxî xwest. Kon li navenda bajêr hatiye vedan.

Şêniyan sersaxî xwest û her wiha desteka xwe ji Partiya Sûriyê ya Pêşerojê re diyar kir, paşê gelek axaftin hatin kirin.

Bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê hevserokê Meclisa Zagonsaz Mihemed Elî El-Ebdo destnîşan kir ku şehîd Hevrîn bi raman û pênûsa xwe tê koşiya û her ew bangawaza aştiyê bû.

El-Ebo wiha got: "Îro em dibînin ku civaka navneteweyî li pêşiya sûcên ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê pêk tîne, bê deng e. Em ji derewên civaka navneteweyî û yên mezin westiyan, em pişta xwe didin hevgirtina xwe ya civaka Sûriyê."

Paşê bi navê Meclisa Jinan a Minbicê berdevka meclisê Ibtîsam Ebdilqadir axivî û wiha got: "Dewleta dagirker bi êrîşên xwe dixwaze azadî, îrade û rûmeta me têk bibe, ev yek jî berxwedana me kêm nake, ew hêza parastina xaka me zêde dike."

Ibtîsam Ebdilqadir diyar kir ku şehîd Hevrîn Xelef mînaka jinên azad e.

Bi navê Partiya Hevgirtina Niştîmanî Demokratîk a Sûriyê, Hisên Osman axivî û got: "Xwîna şehîdên me serkeftinê ji hemû gelên herêmê re ava dike. Şehîd Hevrîn sembola aştiyê ye, bi rêya helwestên xwe bangewaziya diyalogê û aştiyê li Sûriyê kir."

Her wiha Komeleya Tirkmenan û Navenda Çand û Hunerê ya Minbicê jî sersaxî ji partiyê û malbata şehîd Hevrîn Xelef re xwest.

Şênî û endamên saziyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û Gundewarên Wê û partiyên siyasî berê xwe didin konê sersaxiyê.

(jo)

ANHA