Li Minbicê komxebatek li ser rola eşîran di pêkanîna aştiya navxweyî de hate lidarxistin

Bi diruşma "Na ji dagirkiriya dewleta Tirk re, em destkeftiyên şoreşê biparêzin" Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê a Minbicê komxebatek li ser rola eşîran di pêkanîna aştiya navxweyî de li dar xist.

Komxebat li hola Navenda Çand û Hunerê bi beşdarbûna bi dehan şêx û rûspiyên eşîrên Minbic û gundewarên wê, serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan û sekratra giştî ya partiyê Sîham Dawûd û endamên rêveber ên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê li dar ket.

Komxebat ji du beşan sereke pêk dihat, di beşa yekemîn de rewşa siyasî hate nirxandin û di beşa duyemîn de rola eşîran di pêkanîna aştiya navxweyî de hate şîrovekirin.

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2021/01/23/142059_hsn-mhmd.jpg

Alîkarê Sekretêra Giştî yê Partiya Sûriya Pêşerojê Hesen Mihemed di mijara yekemîn de got ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûye navenda şerê cîhanê yê sêyemîn û hemû dewlet lê şer dikim, ji ber ku hemû dixwazin berjewendiyên xwe li herêmê pêk bînin.

Mihemed anî ziman ku dewleta Tirk ji şerê li Sûriyê derfet digire, da ku dewleta Osmanî zindî bike û berjewendiyên xwe yên ku di şerên cîhanê yên yekemîn û duyemîn de nekarî bi dest bixe, pêk bîne.

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2021/01/23/142130_frhan-alhj-aysa.jpg

Endamê  Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Ferhan Hec Îsa di beşa duyemîn de da zanîn ku eşîran bi sed û hezarên salan parastina xwe, nirx, pîvanên civakî û rê û resmên xwe kirine.

Di dawiya komxebatê de her mijar hatin nîqaşkirin û têkildarî rewşa Sûriyê bi giştî û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet, beşdaran li nêrînên şêx û rûspiyên eşîran guhdarî kirin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din