Li Minbicê, ji ber êrîşa artêşa dagirker, du leşkerên hêzên rejîmê jiyana xwe ji dest dan

Di êrîşa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser gundên Minbicê Ereb Hesen ê bakur rojavayê bajarê Minbicê û El-Cat ê bakur rojhilatê Minbicê de, du leşkerên hêzên rejîma Sûriyê jiyana xwe ji dest dan û sê jî birîndar bûn.

Her wiha li gundê Yaşlî yê bakur rojhilatê Minbicê, di navbera Meclisa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de şerên giran rû didin.

(kc)

ANHA


Mijarên Din