Li Minbicê endamekî şaneyên girêdayî istixbarata Tirkiyê hate kuştin

Yekîneya Têkoşîna li dijî Terorê ya girêdayî Meclisa Leşkerî ya Minbicê çeteyekî şaneyên veşartî yên girêdayî istixbarata Tirkiyê dema hewl dida êrîşek terorîst li Minbicê pêk bîne tune kir.

Navenda ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê ku li ser malpara xwe weşandiye got: "Dema Yekîneya Têkoşîna li dijî terorê ya girêdayî Meclisa Leşkerî ya Minbicê dewriyên xwe di nav bajêr de dimeşand, bi kesek ku motorsîklêtek dajot bi guman bû. li ser wê yekîneyê tevahiya tevgerên wî kesî şopand û agahiyên li ser kom kirin. Piştî ku yekîneyê ji niyeta wî di pêkanîna êrîşek terorîst de tekez bû, yekîneyê hewl da wî bigire û jê xwest xwe radestî hêzê bike. Lê ew kes guh neda yekîneyê û hewl da bi motorsîkletê bireve. Dewriya yekîneyê li pey wî li ser rêya Minbic-Ewn El-Dadat çû û di dawiyê de dema direvî kuşt.

Di lêgerînê de diyar bû ku miqdarên ji madeyên teqemenî û alavên teqandinê pê re hebûn.

Di encama lêpirsînê de girêdayî nasname û têkiliyên wî, diyar bû ku ew endamekî şaneyên ku istisxbarata Tirkiyê li Minbicê bi kar aniye û madeyên teqemeniyê jê re pêşkêş kiriye."

(şx)

ANHA


Mijarên Din