Li Minbicê dewreyeke din a perwerdeyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi dawî bû

Li Akademiya Şehîd Mehmûd El-Elî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê dewreya perwerdeyê ya bi navê "Şehîd Mihemed El-Xelef" bi merasîmekê bi dawî bû.

Bi dehan şêniyên bajarê Minbicê, endamên komîte û saziyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarên wê û fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê beşdarî merasîmê derçûnê bûn.

Dewreya perwerdeyê mehekê dewam kir. 57 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn beşdarî dewreyê bibûn waneyên siyasî, leşkerî û bîrdozî dîtin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin û torana leşkerî dest pê kir. Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê Ciwan Ehmed, derçûna dewreyê li endaman pîroz kir û cangoriyên azadiyê bi bîr anîn. Her wiha bang li endaman kir ku erka xwe ya parastina bajar û şêniyan bi cih bînin.

Her wiha cîgirê hevserokatiya Komîteya Hundirîn Îsmet Eyûb axivî û got: "Ji we hêvî dikim ku tişta ku we di perwerdeyê de standiye di civakê de bixin pratîkê de da ku projeya neteweya demokratîk bi ser bixin."

Merasîm bi gerandina xelekê dîlanê li ber stranên şoreşgerî bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din