Li Minbicê dewreya perwerdeyê ya çand û exlaqê dest pê kir

Paymangeha amadekirina mamoseteyan a Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbic û Gundewarên Wê dewreya perwerdeyê yên branşa çand û exlaqê vekir.

Dewreya ku îro dest pê kir, dê 16 rojan dewam bike. Di dewreyê de dê dersên branşa ên materyalan, her wiha şêwazên dersdayînê werin dayîn.

50 mamosteyên ku bawernameyên felsefe, zanista civakê, şerîya îslamî û pisporên derûnî girtine, tev li dewreyê bûne.

Ji rêveberên akademiya perwerdeyê Ruqeya Birkul destnîşan kir ku di dewreyê de dê dersên branşê li gorî bernameyê ku hatiye diyarkirin, werin dayîn; ji wan, girîngiya perwerdeyê, civaka xwezayî, çand û exlaq, rêbaz û xitabet werin dayîn.

Her wiha Ruqeye destnîşan kir ku armanca wan amadekirina mamosteyên branşê li gorî madeyan û li dibistanên bajêr û gundewaran ku cihê vala di wan de hene, werin belavkirin û wiha got: "Dewreya perwerdeyê 22`yê Îlonê dest pê kir û dê 7 Cotmehê bi dawî bibe."

Gelek kes berê xwe didin peymangeha amadekirina mamosteyan a Minbic û gundewarên wê û ji ber hejmareke zêde ji mamosteyan, navên xwe di dewreyên taybet ên çand û exlaq de qey dikin, ji ber wê jî rêveberiya peymangehê tekez kir ku piştî ev dewre bi dawî bibe, dê dewreyên din ên çand û exlaqê vekin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din