​​​​​​​Li Minbicê çandiniya berhemên havînê sîstema xwetêrkirinê pêk tîne

Bajarê Minbicê bi çandina gelek cureyên sebzeyên havînê navdar e. Bi vê yekê sîstema xwetêrkirinê pêk tîne.

Şêniyên bajarê Minbicê sebzeyên havînê wekî firingî, îsot, bacan, xiyar, miloxiye, kundir û hwd diçînin û pêwîstiya xwe ji berhemên çandiniyê peyda dikin, lewra sûkên bajêr bi sebzeyan dagirtî ye.

Ji ber çandina berhemên havînê, li bajarê Minbicê sîstema xwetêrkirinê heye. Cotkar di dawiya meha Sibatê de dest bi çandina berhemên havînê dikin da ku di dirêjahiya demsala havînê de jê sûdê wergirin.

Berhemdariyên çandiniyê li gorî werza çandiniyê cuda ne. Berhemên zivistanê dikarin pileya germahiyê ya daketî û ba tehemûl bikin. Berhemên havînê jî pileya germahiyê ya bilind tehemûl dikin û pêwîstiya hin cureyan bi pileyên bilind ên germahiyê heye da ku mezin bibin.

Niha li sûkên Minbicê sebzeyên havînê bi buhayên kêm peyda dibin. Kîloyê firingiyan bi 110 lîreyên Sûriyê û ya bacanan bi 150 lîreyan e. Lê belê di demsala zivistana borî de buhayê van her du berheman zêdetirî hezar lîreyan bû.

Cotkar Zekeriya Remedan yê li gundê Yasîtî yê girêdayî Minbicê xwediyê 9 hektar sebzeyên havînê ye ku di destpêka meha Nîsanê de dest bi çandiniya şitilên wan kir.

Zekeriya Remedan daxuyand ku îsal ji ber bilindbûna nirxê dolar li hemberî pereyên Sûriyê, çandiniya sebzeyên havîn pir bi mesref bû. Zekeriya destnîşan kir ku her hîktarek bi 4 milyon Leyreyên Sûriyê hat çandin.

Saziya Çandiniyê ya Minbicê ji bo çandina sebzeyên havînê piştgiriya cotkaran dike. Heta niha li ser 4 beşan madeya mazotê bi buhayê 75 Leyreyên Sûriyê ji bo her lîtreyekê anku ji her hektarekî re mehane 400 lître hatiye belavkirin.

Rêveberê Saziya Çandiniyê ya Minbicê Xalid Oso diyar kir ku Rêveberiya Sivîl piştgiriya cotkaran dike û pêdiviyên wan peyda dike.

(cx)

ANHA


Mijarên Din