Li Minbicê asta xwedîkirina mirîşkan ji sedî 80 kêm bûye

Li Minbicê xwedîkirina mirîşkan kêm bûye. Destpêkê li herêmê zêdetirî hezar cihên xwedîkirina mirîşan hebûn, niha tenê 200 mane.

Berhemên mirîşkan li sûkên herêmî pir baş tên firotan. Kiloya goştê mirîkan bi 650 lîreya Sûriyê tê firotin. Ev biha jî tê wateya zirara kesên mirîşkan xwedî dikin. Ji ber lêçûnên karê xwedîkirina mirîşkan ji qezenca wê bihatir e.

Xebata xwedîkirina mirîşkan piştî bi awayekî mezin geş bûbû, kêm bû. Li gor serjimariya yekîtiya xwedîkirina mirîşkan, hejmara cihên xwedîkirinê yên ku li bajarê Minbicê dixebitîn zêdetirî hezarî bûn. Ev jî tê wateya ku got û hêkên mirîşkan têra Minbic û gundewarên wê dikir. Lê niha piraniya wan hatine sekinandin. Niha tenê 200 cihên xwedîkirinê dixebitin.

Niha li sûkên herêmî kiloya goştê mirîşkan bi 650 lîreya Sûriyê tê firotin. Lê lêçûna wê zêdetirî 700 lîreyî Sûriyê ye.

Hevserokê Yekîtiya Xwedîkirina Mirîşkan a Minbic û gundewarên wê Nîzar Abduldayim got: “Bihayê mirîşka zindî li Minbicê kêm bûye. Ji ber ku ji hin bazirganên ji derveyî Minbicê tên kirîn. Divê derfeta aktîvkirina cihên xwedîkirina mirîşkan careke din bê dayîn. Ji nûve ev proje têkeve xizmeta aboriya herêmê. Ji ber ku di destpêkê de mafên xwedîkerên herêmê ji berhemên derve diparêz e. Her wiha jî divê piştevaniya Komîteya Bazirganî û Ediustiyê ya Minbicê bê kirin û kargeha kaya herêmê aktîv bibe. Da ku asta kayê baş bibe, yê derve û biha neyê kirin.”

Abduldayim diyar kir ku eger  mirîşk kêm hatin Minbicê, divê bihaya mirîşkan bi çavdêriya Buroya Temwînê bê diyarkirin. Abduldayim got: “Da ku her kes li gor xwe bihayekê diyar neke. Bihaya guncaw a mirîşkê ji her kîloyekê re divê 800 lîreya Sûriyê be. Da ku kesên mirîşkan xwedî dikin, hemû cihên xwedîkirina mirîşk û kargehên li bajêr û gundewarên wê aktîv bikin û pişta xwe bidin berhema herêmî ya çavkaniya bingehîn û peydakirina şansên xebatê ye.”

Di beşa Mirîşkan a li Minbicê de, 2 avahiyên mirîşkên hêkan hene. Di wan her du avahiyan de, yek jê zêdetirî 150 hezar hêk dide û ya din jî 50 hezar hêkan dide. Lê cihên xwedîkirina mirîşkan nêzî 10 hezar hêk dide.

(fr/bm)

ANHA


Mijarên Din