Li Minbicê amadekariyên sala xwendinê ya nû

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbicê di çarçoveya amadekariyên pêşwazîkirina sala xwendinê ya nû de dewreyên perwerdekirina mamosteyên tevahiya beşan li ser rêbazên fêkirinê yên nû dan destpêkirin.

798  mamoste di 2 dibistanên Minbicê de tev li derweyên Komîteya Perwerde û Fêrkirinê bûne.

Komîteyê mamosteyên ku di pêşbirka Hezîranê de bi ser ketibûn, li gorî beşên xwendinê dabeşî du beşan kirine. Beşa yekê mamosteyên babetên hunerî, muzîk, spor, zimanê erebî û zanistî ne. 580 mamosteyên van beşan di 21 fêrgehan de li Dibistana Zêdan Hinêdel a li ser rêya Heleb û Minbicê perwerdeyên xwe dibînin. Perwerde 40 rojan didome.

Perwerde li gorî du kategoriyan tên dayîn; a yekem ji bo mamosteyên pispor di beşên huner, muzîk, spor, zimanê erebî û materyalên zanistî re ye, ji bo kesên ku di pêşbirka tesbîtê ya meha Hezîranê de ku Desteya Perwredeyê bi re ve biribû, bi ser ketine da ku ji nû ve wan li ser rêbazên nû yên xwendinê fêr bikin. Hejmara vê kategoreyê gihaşt 580’yan û perwerdeya wan 40 rojan di Dibistana Zêdan Hinêdel de tê birêvebirin   

Perwerde îro de dest pê dike û wê heya 20`ê Tebaxê berdewan dike, tevî ku mamoste wê 8 rojan jî perwerdeyên teorîk bibînin.

Mamosteyên beşa duyem; mamosteyên ku berê hatine erkdarkirin ji beşên zimanê kurdî, çand û exlaq û baxçeyên zarokan e. Hejmara wan 218 e û di 9 fêrgehan de li Dibistana Mistefa El-Bekar a li ser rêya Helebê perwerdeya xwe dibînin.

ANHA


Mijarên Din