Li Minbicê amadekariyên sala nû ya xwendinê

Piştî Komîteya Perwerde û Fêrkirinê li Minbic û gundewarên wê xebata gihandina mamsoteyên li bajêr û gundewarên wê bi tevahî pisporiyan pêk anî û piştî dewreyên gerînendeyên dibistanan hat bidawîkirin, komîte xebatên sererastkirin û restorakirina dibistanên bajêr û gundewarên wê dike.

Dibistanên Minbic û gundewarên wê di dema dagirkeriya çeteyên DAIŞ’Ê rastî wêrankirinê hatin. Hin jê bi temamî hatine wêrankirin û hin jî parçe parçe wêran bûne. Çeteyan binesaziya bajêr wêran kir. Bi teybet di wêrankirinê de çeteyan dibistan kirin hedef.

Piştî ku 3 sal di ser dagirkeriya DAIŞ’ê re derbasbû, hêdî hêdî şopên dagirkeriyê tên rakirin. Hewldanên DAIŞ’ê yên di dema dagirkeriyê de hertim li ser fêrkirin, leşkerkirina zarokan û zarok şandina eniyên şer bûn.

Piştî rizgarkirina bajêr bi demekî kin, Komîteya Fêrkirin û Perwerdê ya Minbic û gundewarên wê, erka avakirin û sererastkirina dibistanan hilda ser milê xwe. Her wiha jî ji nû ve bi lez mamoste tevlî fêrkirinê kirin û ji nûve mafê xwendina zarokan vegerand bajêr.

Di vî warî de ajansa me hevpeyvînek bi hevserokê Komîteya Fêrkirin û Perwerdeyê ya Minbic û gundewarên wê Suhêl Walî re çêkir. Walî got: "Me nêzî 3 hezar mamoste li Minbic û gundewarên wê ji tevahî pisporiyan, amade kirine. Weke Mamsoteya/ê refê, mamosteyê/a zimanê Îngilîzî, mamosteyê/a zimanê Fransî, mamosteyê/a wênexêziyê, mamosteyê/a mûzîkê, mamosteyê/a zimanê Kurdî û hwd.”

Walî diyar kir ku dewre hatin dayîn dabeşî du beşan bûn. Walî got: “Dewreya yekemîn bitevlibûna hezar û 400 heta hezar û 500 mamoste û ya duyemîn bitevlibûna hezar û 400 heta hezar û 500 mamoste, hatin dayîn. Ji herdu beşan re ezmûn çêbûn. Mamosteyên ku rêjeya wan kêmî ji sedî 60 bû, di dewreyeke sêyemîn re derbas bûn. Ew dewre jî ya pêşxistina astên zanistî û fêrkirinê bûn."

Derbarê xebatên sererastkirin û restorakirina dibistanan li Minbic û gundewarên wê Suhêl Walî wiha axivî: “Em li ser sererastkirina dibistanên ku pêdiviya xwe bi çêkirinê hene disekinin. Ew jî piştî her rêveberek pêwîstiya dibistanê çavdêr dike û piştre ji komîteyê re pêşkêş dike. Sererastkirin jî li gor pêdiviyên hejmara xwendekaran û pêdiviya dibistanan tên kirin. Her wiha jî Komîteya Fêrkirin û Perwerdê li Minbic û gundewarên wê xebata sererastkirina gelek dibistanên gundewar, dike."

Suhêl Walî axaftina xwe wiha domand: “Niha xebata sererastkirinê li dibistana Ewn El-Dadat a gundewarê Minbicê tê kirin. Nirxa lêçûna projeyê  nêzî 3 milyon lîreya Sûriyê derbas kir. Her wiha li rex dibistanê jî 4 ode hatin çêkirin û dikare nêzî 140 heta 10 xwendekar pêşwazî bike. Projeya sererastkirina dibistanê, kanalîzasyon, ximav, derî, pace û daniştên dibistanê bûn. Nêzî mehekê xebata sererastkirinê dom kir. Dê dibistan bi awayekî fermî di destpêka sala nû ya xwendinê 2019-2020’an de bê vekirin."

Suhêl Walî îşaret bi dibistana El-Eseliyê ya li gundewarê Minbicê kir û wiha got: "Dibistana El-Eseliyê tenê 2 avahî ne. Piştre avahiya 3’yemîn jî hat lêkirin û li rexê jî 2 odeyên havînê hene. Dema ku dibistan amede bû dê bi awayekî fermî bê vekirin. Komîte dibistana El-Cib El-Tewîl sererast dike."

Li ser dibistanên ku hem bi temamî û hem parçeyî hatine wêrankirin, hevserokê Komîteya Fêrkirin û Perwerdê ya Minbic û Gundewarên wê Suhêl Walî wiha got: “Komîteya Fêrkirin û Perwerdê ya Minbic û gundewarên wê daxwaza pêşkêşkirina nivîsekê li ser her dibistanekê ku zirar dîtiye, kir. Her wiha li ser dibistanên ku parçeyî zirar dîtin jî derbasdar e. Da ku Komîteya Fêrkirin û Perwerdê ya Minbic û gundewarên wê keşf û çavdêriyê li ser bike û bergiriyên guncwa yên sererastkin û restorakirinê pêk bîne ku ji nû ve aktîv bibe. Her wiha sererastkirin bi hevkariya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a li Minbic û gundewarên wê re pêk hat."

Komîteya Fêrkirin û Perwerdê ya Minbic û gundewarên wê amadekariya vekirina gelek dibistanên xebata sererastkirinê lê bi dawî kiriye, dike. Ew jî di destpêka sala nû ya xwendinê 2019-2020’an de ye. Dewama rêveberî li dibistanên Minbic û gundewarên wê di 25’ê Tebaxê de dest pê kir. Dê dewama xwendekaran di 15’ê Îlona 2019’an de destpê bike.

(fr/bm)

ANHA

 


Mijarên Din