Li Minbicê 2 xetên nû ji bo veguhastina hundirîn ketin xizmetê

Gerînendetiya Veguhastinê ya Minbicê 2 xetên nû ji bo veguhastina hundirîn aktîf kirin û her du xetan bê pere dest bi xizmetê kir.

Beriya niha tenê 2 xetên veguhastina hundirîn li bajarê Minbicê hebûn; taxa rojava (xeta çerxerêya El-Şeriyê) li ser rêya Helebê û xeta taxên rojhilat (xeta Cizîrê) li ser rêya Cizîrê.

Di encama qerbelixa li navenda bajêr de, pêwîstiya aktîfkirina 2 xetên nû hate dîtin. Li ser vê yekê Gerînendetiya Veguhastinê ya Minbic û Gundewarên Wê xetek ji bo taxa başûr û xeteke taybet ji bo xeta bakur aktîf kirin.

Serwîsên her du xetan dê heta mehekê bê pere xizmetê bikin, piştre dê ji bo her siwarekî 20 lîreyên Sûriyê bên wergirtin. Ev yek li beramberî serwîsên taybet kêm e ku 250 lîreyan distînin.

Hevserokê Gerînendetiya Veguhastinê ya girêdayî Komîteya Şaredariyan a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên Wê Mistefa Mihemed Berkel bang li xwediyên serwîsan kir ku serî li gerînendetiyê bidin a ku serwîsan ji bo xetên veguhastina hundirîn tomar bikin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din