Li Mexmûrê bi hezaran li dijî dorpêçê meşiyan

Bi hezaran şêniyên Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) li dijî dorpêça ku 71 roj in li ser wargehê heye, ber bi navçeya Mexmûr a ser bi Mûsilê ve meşiyan.

Li dijî dorpêç û ambargoya ku rêveberiya PDK’ê ev 71 roj in danîne li ser Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi hezaran şêniyên wargehê ji ber deriyê Şaredariya Gel ber bi navçeya Mexmûr a ser bi Mûsilê ve dest bi meşê kirin.

Di meşê de posterê Rêberê Abdullah Ocalan, alên KJK'ê û KCK'ê hatine bilind kirin. Herwiha dirûşmeyên 'Bijî Serok Apo' û 'Berxwedan jiyane' berz dibin.

Li derketina girseyê ya ji wargehê ji aliyê leşekrên Iraqê ve pêşiya wan hatiye girtin.

Komîteya Dîplomasî û Komîteya Çalakiyê bi rêveberên Iraqê yên keşkerî re civiya. Piştî civînê fermandarê leşkerî yê herêma Mexmûr li gel heyeta Dîplomasiyê ya Mexmûrê daxuyaniyek da. Fermandarê leşkerî anî ziman ku têkildarî mijarê bila heyetekê amade bikin wê li gel wan biçin li ser mijarê hevdîtinê bi qeymeqamê Mexmûrê re pêk bînin. Her wiha fermandar ragihand wê piştevaniya wan bikin û heta ji bo parastinê jî tişata ji destê wan bê wê pêk bînin.

Dayikên Aştiyê yên Wargeha Panaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) jî yên ku tevî şert û mercên dijwar jî 26 roj in li seyteraya PDK'ê ya di navbera Hewler û Mexmûrê de di çalakiyê de ne tevlî meşê bûn.

Piştî daxuyaniya fermandarê leşkerî û şûnde meşa xelkê Mexmûrê bi dirûşan bi dawî bû.


Mijarên Din