Li Meclisa Ewlekariyê gotubêjin têkildarî agirbesta li Idlibê

Ajansa AFP`ê got têkildarî projeya agirbesta li Idliba Sûriyê, di vê hefteyê de danûstandin navbera endamên Meclisa Ewlekariya Navdewletî de destpê kir.Diyaloganên navbera çend endamên Meclisa Elekariya Navdewletî de, bi însiyatîfa Kuwît, Almanya û Belcîkayê ye pêk hat.

Heman çavkaniyan diyar kirin ku proje bi armanca agirbesta li ser avahiyên tenduristiyê yên herêma li bakur û rojavayê Sûriyê, banga li aliyên şer ku parastina sivîlan û kadroyên tenduristiyê bikin ye.

Dihat payîn ku îro Meclisa Ewlekariyê li raporên têkildarî rewşa mirovahiyê li Sûriyê guhdarî bike û navbeykariya siyasî ku nûnerê Netewên Yekbûyî            Gir Pedersen pê redibe, bike.

Dîplomatekî rojavayî ku nexwest navê xwe eşkere bike, got: “Pêwîstiya me bi biryareke hişik heye"kir û îşaret bi girîngiya rola Rûsya di rawestandina kiryarên li dijî sivîl û avahiyên sivîlan kir.

Çavkaniyeke diplomatik jî bi bîr xist ku tê payîn ku di dawiya vê hefteyê de, dê yekemîn hevdîtina endamên Melclisa Ewlekariya Navdewletî be.

Tê zanîn ku Idlib di nava herêma"Qaşo bêçek"e ku Rûsya, Îran û Tirkiyê  di gera çaremîn a rêzerûniştinên Astanayê ku di Gulana 2017`an hate lidarxistin û têde biryara avakirina wê dan, de ye. Her wiha çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam(Cebhet El-Nusra ya berê ku di lîsteya terorê ya navdewetî ye) ji rûbera Idlibê ji sedî 90 serwer dike û nuqteyên Tirkiyê jî li hene.

Ji 30`ê Nîsanê ve hêzên rejîmê bi destekdayîna Rûsya li herêmê oprasyoneke leşkerî dest pê kir. Oparasyona hêzên rejîmê bersiva hevpeymana Soçî ya navbera Erdogan û Pûtîn ku di 18`ê Îlona 2018`an de pêk hat. Tê zanîn ku hevpeymana Soçî biryara avakirina herêma"qaşo bêçek"bi kûrahiya 15-20 km, dûrxistina çeteyan û çekên giran da bû.

Ji destpêka meha Tebaxê de û piştî binpêkirina hevpeymana agirbestê li herêmê, hêzên rejîmê ku Rûsya destekê dide wan pêş de çû û ji 2012`an de dîsa çend bajarok û gundên stratejîk ên wekî Xan Şêxûn û Morok ku nuqteyên Tirkiyê li hene bi dest xist, hêj jî hêzên rejîmê li herêmê pêşde diçin. Tişta bal kêş ku Rûsya hemû hewildanên Meclisa Ewlekariyê yên têkildarî biryarên Sûriyê vala derxist û “Vîto" der barê Sûriyê de bikar anî.

(eh)


Mijarên Din