Li Mareyê teqîn: Çeteyek hat kuştin û yekî din birîndar bû

Li bajarê Mareyê mayînek bi erebeyeke çeteyan ve hatibû bi cihkirin teqiya, çeteyek hate kuştin û yekî din jî birîndar bû.

Çavkaniyên xwecehî ji ANHA‘yê re diyar kirin ku vê êvarê li bajarê Mareyê mayînek bi erebeya çeteyê bi navê Casim El-Salim ve teqiya. Di encamê de çete Casim bi giranî birîndar bû û kurê wê yê mezin ê di "Polîsên Leşkerî" yê çeteyan de dixebite birîndar bû.

Li gorî agahiyan çete Casim rakirin nexweşxaneya Kilis a Tirkiyê.

Heta niha ti aliyî teqîn negirtiye ser xwe.

ANHA


Mijarên Din