Li Mabatayê welatiyek hat revandin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh welatiyek ji navçeya Mabata ya Efrînê revand û li beramberî serbestberdana wî 200 hezar lîreyên Sûriyê ji malbata wî xwest.

Çavkaniyan diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker duh welatiyê bi navê Kawa Mihemed ê ji gundê Mamele yê navçeya Mabata ya kantona Efrînê, dema li ser bendeke çeteyên Ehrar El-Şerqiye ya li ser rêya gundê Amare yê di navbera navçeya Raco û Mabata de derbas dibû, revand.

Çavkaniyan destnîşan kir ku çeteyan li beramberî serbestberdana Kawa Mihemed 200 hezar lîreyên Sûriyê ji malbata wî xwest bêyî ku cihê wî diyar bikin.

Ji destpêka ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Efrîn dagir kiriye, bi hezaran şêniyên Efrînê revandine. Li gorî serjimareke nefermî, di nava du mehên dawîn de zêdetirî 140 şêniyên Efrînê hatine revandin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din