Li Lubnanê "Hefteya hêrsê" dest pê kir

Îro li Lubnanê xwepêşandan, sekna li hember hêzên ewlehiyê û qutkirina rêyan rû da.

Careke din xwepêşandanan tevî berdewama aloziya avakirina hikumetekê ku karibe sînorekê ji hilweşîna aborî û krîza siyasî re deyne, dest pê kirin.

Kanala MTV’ê ya Lubnanê ragihand ku xwepêşandêran gelek rê girtin. Her wiha  li Beyrûtê bi dolaban rêya sivîl a sporê girt û rêya giştî ya li Mehlet Firna El-Şebak a taxên paytexta Beyrûtê jî girt.

Li gorî nûçegihana Skynewsê ya li Lubnanê, li bakur bi dehan rê hatin girtin, di nav de Otostrada Balma ji her du aliyan ve, rêya Qelemon a deryayî ji her du aliyan ve, Otostrada Bedawî ji her du aliyan ve, Otostrada Tebana ji her du aliyan ve û Çerxariya Merc a li peravê ya ber bi Ostostrada Beyrûtê û Terablusê ve hatin girtin.

Her wiha li Bîqa jî xwepêşandêran gelek rê ji seatên sibehê ve qut kirin, di nav de rêya Kamid El-Loz, Cib Cinîn û Zehlê qut kirin.

Komên tevgera gelêrî piştî 90 rojan ji tevgerên xwepêşandanan ku li gelek herêman rû didin, banga "Hefteya hêrsê" li hemû herêmên Lubnanê kir,.

(jo)


Mijarên Din