Li Lubnanê di xwepêşandanan de ciwanek hate kuştin

Li paytexta Lubnanê Beyrûtê li Çerxerêya Şatîla ciwanek (16) ku welatiyê Filistînî ye, piştî ku ji serê xwe bi guleyekê birîndar bû, jiyana xwe ji dest da û nehat zanîn kê kê gule avêtiye.

Li gorî toreyên civakî, di navbera artêşa Lubnanê û ciwanan de li herêma Şatîla piştî ku ciwanan hewl da ku rê qut bikin, şer derket. Di destpêkê de ciwanan kevir avêtin artêşê, piştre şer rû da û ciwanek bi giranî birîndar bû û ji ber wê jiyana xwe ji dest da.

Artêşa Lubnanê li ser hesabê xwe yê Twitterê bi daxuyaniyekê  ragihand ku dema ku ciwanan li herêma Şatîla rê qut kiribû, ji cihekî nediyar ve  guleyek hate berdan û ciwanekî derb xwar,  yekîneyên wan ên artêşê neçar man ku dest tê werdin, ji bo kontrolkirina  herêmê û destpêkirina lêpirsîna çavkaniya avêtina guleyê.

Der barê astengiya aborî, bilindbûna zêde ya dolar û bihabûna kel û pelan de îro xwepêşandêran rê qut kirin û xwepêşandan berdewam e.  ‏

BANGA DOMANDINA XWEPÊŞANDANAN

Li Terablusê çalakvanan banga xwepêşandanê sivîl kir ku dikanên bazirganiyê jî bigirin, her wiha xwepêşandêran herêma Zehle ya parêzgeha Bîqaa girtin û piştî demeke kurt ji nû ve vekirin.

ANHA


Mijarên Din