Li Lîbyayê sîstema parastina hewayî ya dewleta Tirk hate rûxandin

Artêşa nîştimanî ya Lîbyayê li dijî baregeha Wetiyê ya rojavayê welat ku di bin serweriya hêzên Wîfaqê de ye, rêzeêriş pêk anîn û di encamê de sîstema parastina asmanî ya dewleta Tirk rûxand.

Dezgehên çapemeniya Lîbyayê diyar kir ku vê sibê li dijî baregeha Wetiyê 9 êrişên asmanî pêk hatin û di encamê de sîstema parastina asmanî ya dewleta Tirk hat rûxandin.

Dezgehan ji çavkaniyan ragihand ku li aliyê baregeha Wetiyê dengê gelek teqînan hat.

Derbeyên asmanî rawestgeha bi navê El-Nedab ku berî niha girêdayî fermanên baregehê bû, lê piştî baregeh hate dagirkirin, leşkerên Tirk ji xwe re kir rawestgeh.

Çavkaniyên leşkerî daxuyand ku gelek kesan çavdêriya derbasbûna sîstema parastina hewayî ya hêzên artêşa Tirk a cureya ‘Hawk’ û alavên wê dikir.

Çavkaniyan da zanîn ku wezîrê parastinê yê Tirkiyê li Misrata ye û îro wî agahdar kirine ku baregeha Uqba Bin Nafi amade ye, lê piştî kete xizmetê artêşa nîştimanî ya Lîbyayê biryara hilweşandina wê da.

(eh)


Mijarên Din