Li Lîbyayê çete girêdana xwe bi El-Bexdadî re radigihînin  

Dîmenek çeteyên DAIŞ`ê li herêmeke çolistan ku dibe ku li başûrê Lîbyayê be, hate weşandin û di dîmenan de çeteyan girêdana xwe ji bo serçeteyê DAIŞ`ê Ebû Bekir El-Bexdadî ragihand.

Tora medyayê ya Rûsya El-Yewm ragihand ku dîmen girêdayî çeteyên DAIŞ`ê ne û li herêmeke çolistanî hatine kişandin ku dibe ev herêm li başûrê Lîbyayê be. Di dîmenan de bi dehan çete girêdana xwe ji bo serçete Ebû Bekir El-Bexdadî nîşan didin. Têkildarî dever û dîroka tomarkirinê agahiyên zelal tune ne.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku gelek raportên çapemeniyê veguhastina El-Bexdadî ber bi Lîbyayê ve ku li wir alîkariya Tirkiye û Qeterê werdigire, ragihandibû.

Di dîmenan de bi dehan çeteyên DAIŞ`ê û erebeyên ku çek li ser hene, diyar dibin.

Tê zanîn ku Tirkiye alîkariya hikumeta Fayiz El-Sîrac û komên çeteyan dike, her wiha artêşa Lîbyayê Tirkiyê bi operasyon û alîkariyên komên tundraw ên li Lîbyayê tawanbar dike.

(eh)

 


Mijarên Din