Li Lîbyayê balafirek Tirkiyê ya` Beyreqdar` ket xwarê

Fermandarê odeya çalakiyan a çekên hewayê yê Lîbyayê lîwa Mihemed Menfûr got, wan balafirek bêmirov a Tirkiyê li Terablusê kirine hedef. Ew balaf amadekariya êrîşan li dijî nuqteyên artêşa Lîbyayê dikir.

Menfûr diyar kir ku çekê hewayê yê Lîbyayê vê êvarê balafirek Tirkiyê ji cureya Beyreqdar li balafirgeha Miîtîqa ya li Terablusê  kir hedef.

Menfûr wiha domand: "Tîmek leşkerî Tirkî sûcdar li wir dixebite û van balafiran bi rêve dibe." Menfûr destnîşan kir ku êrîşa wan a hawayî bi sedî sed bi serketiye.

Daxuyaniyên Menfûr piştî bersîva berdevkê artêşa Lîbyayê Ehmed El-Mismarî girêdayî  daxuyaniyên Wezareta Derve ya Tirkiyê ku artêşa Lîbyayê 6 Tirkan li Lîbyayê girtine, hat.

Piştî rojekê ji eşkerekirine artêşa Lîbyayê ku li gel wî belgeyên hevkariya Tirkiyê di desteka terorê de li Lîbyayê hene, Tirkiyê îdia kiribû ku artêşa Lîbyayê 6 tirkan girtine û gefa bersîveke xurt eger wan serbest berbnede da.

El-Mismarî teqez kir ku Lîbya şerek rastîn li ser erdê bi Tirkiyê re dike û wiha domand: "Tirkiyê balafirên bêmiorv şeva Şemî şandin Misrata û hîna piştgiriya komên terorîst dike.

El-Mismarî hişyarî da û got, " Mudexeleya Tirkiyê êdî herêm bi giştî tehdîd dike, em niha û ji 2014`an ve bi awayekî eşkere  şerê terorê dikin. Niha jî rola Tirkiyê û Qeterê şekere bûn. Em gihaştine şerê yekser di navbera hêzên Lîbyayê û artêşa Tirkiyê de yak u bi ceneralên xwe li ser erdê şer dike."


Mijarên Din