Li Laziqiyê û Hemayê bombebaran, li Şamê mayinek teqiya

Zanîgeha Tişrîn a bajarê Laziqiyê hat bombebarankirin. Her wiha 4 sivîl li bajarê Siqêlbiyê yê bakurê Helebê birîndar bûn. Li aliyekî din jî kuştiyek di encama teqîna mayina li herêma Qedem a paytexta Sûriyê Şamê de, heye.

Li gorî ajansa SANA’yê, sivîlekî di encama teqîna li herêma Qedem a Şamê de jiyana xwe ji dest da.

Li peravên Sûriyê jî, Zanîngeha Tişrîn rastî bombebaranê hat. Li gorî ajansa SANA’yê tu ziyanên mirovî tune ne.

Her wiha bajarê Siqêlbiyê yê bajahiya bakurê Helebê hat bomaberankirin. Di encamê de 4 sivîl, jê zarokek, birîndar bûn.

Li gorî SANA’yê, bombebaran ji hêla komên terorîst ve pêk hatin.

(fr)


Mijarên Din