Li Kurdistanê wateya jiyanê: Xweparastin – 3

Ji nîvê sedsala 20’an û pê de, zanebûna Kurdan a xweparastinê hîn birêxistinkirî û bi hêz li derdora rêxistinkirinên partiyan dest pê kir.

Berxwedanên xweparastinê di vê pêvajoyê de li Başûr, Bakur û Rojhilat bûn xwedî xeteke guhertina pêdeçûna dîrokê.

Piştî Mehabadê berxwedanên xweparastinê li Kurdistanê wiha ne:

Sala 1946’an li Başûrê Kurdistanê bajarê Silêmaniyê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji aliyê Îbrahîm Ehmed û komek hevalên wî de hat damezirandin. Sekreteriya giştî ya partiyê ewil Îbrahîm Ehmed, piştre Mela Mistefa Barzanî kir.

Dema sazbûna Komara Mehabadê de Mela Mistefa fermandarê artêşê bû, dema ku Mehabad ji aliyê Îranê de tê dagirkirin, tevî kesên li cem xwe sala 1947’an derbasî Yekitiya Sovyetê dibe.

Sala 1958’an li Iraqê Abdulkerîm Qasim bi derbeyeke leşkerî hikumeta heyî xist û li şûna wê hikumeteke nû ava kir.

Li ser sozên ku hatin dayîn, Mela Mistefa Barzanî û tevî yên cem xwe vegeriyan Kurdistanê.

Li cem hikumeta Abdulkerîm Qasim dest bi hevdîtinan kirin. Di sala 1961’an de hikumeta Iraqê sozên xwe de nesekinîn û dema polîtkayên xwe yên înkarkirin berdewamkirin, Kurdan careke din dest bi berxwedanê kirin.

Sala 1966 de navbera Kurdan û hikumeta Iraqê dest bi hevdîtinan kirin. Sala 1970’an hikumeta Iraqê û Kurdan li ser otonomiyê hevpeyman mohr kir.

Ev hevpeymana ku hatibû mohrkirin, xalên wê heta sala 1974’an nehatin pêkanîn, li dijî vê berxwedanê careke din dest pê kir.

Bi desteka dewleta Tirk di navbera dewletên Îran û Iraqê de di sala 1975’an de li dijî Kurdan Hevpeymana Cezaîrê hat îmzekirin. Bi Hevpeymana Cezaîrê Iraqê mafên xwe yên li ser rêka ava Şattûl Ereb radestî Îranê kirin û Îranê jî li beranberî vê li ser Kurdên ku di nava sînorên Rojhilatê Kurdistanê de diman, dest bi zextan kir.

Li Başûrê Kurdistanê wek pêvajoya ‘aşbetal’ a tê binavkirin dest pê kir û berxwedana Kurdan ya xweparastinê hat şikandin.

Bi milyonan Kurdan, dev ji welatê xwe berda û mecbûr ma koçî li ser sînorê bakurê Kurdistanê bike.

Sala 1975’an piştî pêvajoya ‘aşbetal’ Celal Talebanî yê ku ji PDK’ê veqetiya, tevî komeke hevalên xwe YNK (Yekîtî Nîştimanî Kurdistan) ava kir. Bi pêşengiya YNK’ê berxwedêrên Kurd li dijî dewleta Iraqê ya di bin rêveberiya Seddam Huseyîn de bi dehan caran serî hilda.

Seddam Hûseyîn li dijî Kurdan operasyonên qirkirinê yên Enfalê dan destpêkirin û 182 hezar Kurd qetil kirin.

Di 5’ê Adara 1991’an de gelê başûrê Kurdistanê, li dijî rejîma Baasê ya dîktatoriya Seddam Hûseyîn careke din dest bi berxwedana xweparastinê kirin.

Di dîrokê de serhildana bi navê raperîn tê zanîn çirûska wê li navçeyên Ranya û Qeladizê hat vêxistin û ewil ev navçe ji bin destê rejîma dîktator hatin rizgarkirin.

Di pêşengtiya pêşmergeyên Dêrîn yên jor partiyan tevdigerin berxwedana xweparastinê ya dan destpêkirin, gelê başûr li bajar, navçe û gunda sazî û dezgehên girêdayî dewletê şewitan, artêşa Iraqê avêt dervî sînorên xwe.

Rejîma Seddam 27’ê Adara 1991’an dest bi êrîşan kir û heman rojê Kerkûk û Hewlêr dagir kirin. Piştre jî koça Kurdan a mezin dest pêkir û bi sed hezaran kes derbasî bakurê Kurdistanê bûn.

Piştî raperîna salekê di 1992’yan de Başûrê Kurdistanê xweseriya xwe îlan kir û cara yekê hilbijartinên parlamentoyê çêbûn.

Piştî binketina rejîma Seddam bi qebûlkirina destûra bingehîn ya Iraqa federal de rêveberiya xweser ya Başûrê Kurdistanê di nava pergala federal de hat naskirin.

Rojhilat: Berxwedana Dr. Abdurahman Qasimlo

Sala 1979’an li Îranê bi pêşengiya Ayetullah Xumeynî bi hilweşandina rejîma Şah re, sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê Dr. Abdurrahman Qasimlo jî vegeriya Kurdistanê.

Ji bo avakirina xweseriya Kurdistanê dest bi xebatan kir. Xumeynî yê hat ser desthilatê, wekî rêveberiyên beriya xwe Kurd înkar kirin. Xumeynî di 19’ê Tebaxa sala 1979’an de di televîzyona dewletê ya Îranê de daxuyaniyek da, ji bo Qasimlo got ‘Ew dijminê Xweda ye’ û li dijî gelê Kurd cîhad îlan kir. Di heman seatan de li bajarên Kurdistanê rewşa awarte îlan kirin û bajar bi balafiran bombebaran kirin.

Li dijî înkar û êrîşên rejîma Îranê li Rojhilatê Kurdistanê Komele û PDK-Î li hev kirin û ji bo parastina Kurdan ji rejîma Îranê, dest bi berxwedanê kirin.

Gelê Kurd bi pêşengiya Qasimlo xwe vekişand çiya û dest bi şerê gerîla kir. Ev şer heta sala 1988’an di navbera Îran û Kurdan de berdewam kir. Artêşa Îranê sala 1988’an li beramberê Iraqê piştî ku bi bin ket, rejîma Îranê ji Kurdan re pêşniyariya hevdîtinan kir. 28’ê Kanûna 1988’ an Îranê li Viyanayê ji Qasimlo re pêşniyara hevdîtinê kir.

Îranê di encamê hevdîtinên 28-30 Kanûna 1988’an de, xweseriya Kurdan di asta rêgezan de qebûlkirina xwe da zanîn û domandina hevdîtinan taloqî 20’ê Çileya 1989’an kir. Lê Îran civînên ku piştre çêbûn, ji ber helwestên xwe hişk kirin Qasimlo xwe ji hevdîtinan vekişand.

Qasimlo, di Pûşpera 1989’an de ji bo beşdarbûna civîna Sosyalîst Enternasyonel çûbû Ewropayê û li wê derê careke din bi pêşniyara rêveberiya Îranê re rû bi rû hat. Qasimlo pêşniyar qebûl kir û civîna ewil 12’ê Tîrmehê li Viyanayê hat kirin. 13’ê Tîrmehê roja duyemîn ya civînê de Abdurrahman Qasimlo li ser maseya muzakereyan ji nêz ve bi sê quleyên lê hatibûn reşandin, hat qetilkirin. Di vê buyerê de cîgirê wî Doktor Fazil Resûl û Abdullah Qadîrî Azer jî hatin qetilkirin. Hikumeta Awusturyayê heman rojê Îran sûcdar îlan kiribe jî lê hê jî doza ku hatibû vekirin, bi encam nebûye.

PKK

Berxwedanên xweparastinê bi salan li çar parçeyên Kurdistanê berdewam kirin.

Ji ber ku Kurdistan ji aliyê hêzên navneteweyî ve hatibû parçekirin, tevahî dewlet li hember rewşa Kurdistanê ker û lalbûna xwe didomand. Ruhê berxwedana li Kurdistanê her tim li ser bingeha xweparastinê derket holê. Çi demê dijminên Kurdistanê digot “Me Kurd qedandin, li ser wan beton kir” berxwedaneke nû dibişkuvî û derdiket holê.

Kurdistan di 200 salên dawîn de her di nava berxwedanekê de bû. Heke îro li dijî dagirkeriya Tirkan berxwedaneke xurt tê meşandin, ev ji ber vê ruhê berxwedana dîroka Kurdan e.

Kurd bi bin ketin lê teslîm nebûn. Welatê wan hat dagirkirin lê Kurdên ku ruhê xwe teslîm nekirin wê di maneyeke mutleq de qezenc bikin û bi ser bikevin. Tu gelan bê berxwedan qezenc nekiriye û bi ser neketiye.

Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn berxwedanên Kurdan hemû hatin çewisandin û li dijî Kurdan paqijiyeke etnîk hat pêkanîn. Dewletên dagirker ên ku Kurd di komkujiyan re derbas kirin, ji van komkujiyan Kurdên man jî ji bo asîmîle bikin, ketin nav hewldaneke mezin.

Bi taybet li Bakurê Kurdistanê êdî bi navê kurdayetiyê kesekî hêvî nedikir ku berxwedanek pêk bê.

Di salên 1960’î de l igelemperiya cîhanê zextên dewletan, dagirkerî û li dijî talankirinê tevgerên karker û şagirtên zanîngehan dest pê kir. Vê rewşê li Kurdistanê jî bandora xwe nîşan da.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, sala 1973’yan bi hevrêyên xwe re civînek li dar xist, rewşa Kurdistanê nirxand. Ocalan piştî tespîta “Kurdistan mêtingeh e” rêbaza têkoşînê jî destnîşan kir.

“Parastina rewa encax di şert û mercên dagirkeriyê de dikare wate qezenc bike. Heke li ser gelekê dagirkerî, mêtingerî û pergalên zext û zorê hatibin avakirin, tê wê wateyê ku dagirkerî heye.” Bi van tespîtan Ocalan hebûna dagirkeriyê ya li Kurdistanê destnîşan dikir.

Li ser vê bingehê biryara şerê parastina rewa hat dayîn. Li Kurdistanê li ser bingeha şerê parastina rewa ji bo qirkirina li dijî Kurdan bê rawestandin, di sala 1978’an de PKK hat damezirandin.

Di sala 1984’an de li dijî hêzên dagirker ên Tirk berxwedana parastina rewa dest pê kir û hê jî li çar parçeyên Kurdistanê berdewam dike.

Mafê parastina rewa; her demê û di her astê de li dijî nirxên jiyanî dema êrîşeke neheq bi pêş bikeve, şert û merc çi dibin bila bibin, ya divê bêkirin mafê hebûna xwe parastin û azadiya xwe bidestxistin, çalakiyeke pîroz e.

Şer nexweşiyeke civakî ye, lê parastina rewa heq e. Li ser vê bingehê ji sala 1984’an ve li çar parçeyên Kurdistanê li ser bingeha parastina rewa têkoşîna çekdarî berdewam dike.

Hêzên dagirker ên Tirk, bi pêşengiya PKK’ê berxwedana ku bi pêş ket, ji bo biçewisîne hemû hêza xwe serferber kir.

Şerê ku PKK li ser bingeha parastina rewa da meşandin, hişt ku Kurd li tevahî cîhanê bên nasîn. Şerê parastina rewa, li nav Kurdan ew bêhêvîbûna hatibû avakirin, şikand û ji bo berxwedanê gelê Kurd careke din rakir ser pêyan.

Ciwanên Kurd ref bi ref ji bo tev li eniya berxwedanê bibin, ber bi çiyayan ve herikîn. Kurdên ku bi xetereya tunebûnê re rû bi rû bûn, bi berxwedana parastina rewa, der barê pêşeroja Rojhilata Navîn de bûn xwedî mafê gotinê.

Gelên ku hebûna wan di bin xetereyê de ne, di hemû demên dîrokî de bi hêzkirina xweparastina xwe karîne hebûna xwe bidin berdewamkirin. Di Rojhilata Navîn de mînaka vê ya herî baş Kurd in.

Li Kurdistanê her berxwedana ku derket holê, ji bo ji ya piştî xwe bû hêvî û ruh da.

Ji bo dijî êrîşên dewleta dagirker a Tirk bisekine di sala 2015’an de di bajarên Kurdistana Bakur berxwedana xweparastinê hate dayîn. Di serî de Cizîr, Silopî, Gever, Nisebîn û gelek bajarên Kurdistanê rêveberiyên xweser hatin îlankirin.

Li dijî êrîşên dagikeriya dewleta Tirk Kurdên xwe bi çek kirin, ji bo welatê xwe ji dagirkeran biparêzin, dîroka berxwedanê nivîsand. Pevçûnan bi mehan berdewam kirin, hêzên dewleta dagirker bi çekên giran bajarên Kurdan dorpêç kirin û komkujî pêk anîn.

Di berxwedanên xweseriyê de, têkoşîna li dijî dewleta Tirk hate dayîn, ji bo azadiya Kurdistanê her tim dibû hêviya herî mezin.

Kurdên berxwedêr, ala berxwedanê bi xwîna xwe rûmetdar kir û ruhê berxwedanê bilind kir.


Mijarên Din